Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe 2022-01-10 09:07:33 WAN - Serokê Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç, diyar kir ku ji ber demsala zivistanê hejmara mirovan a li qadên girtî zêde bûye û anî ziman ku vê yekê rê li ber hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê vekiriye.  Nexweşîya vîrûsa koronayê, ku hejmara bûyerên li seranserê cîhanê ji 300 mîlyonî zêdetir e, bi derketina varyantên nû re belav dibe. Li zêdeyî 100 welatên ku Tirkiye jî di nav de ye, ji ber varyanta Omicronê hejmara kesên pêketî yên rojane zêde dibin. Varyanta Omicronê sedema sereke ya zêdebûna ji sedî 300’î ya di rewşên tenê di mehekê da ye.    OMICRON ZÊDETIR BELAV DIBE   Serokê Odeya Bijîjkan a Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîç, dazanîn ku gelek varyant derketine holê, bi meha Mijdar û Kanûnê weke gelemperiyê cîhanê li Tirkiyeyê jî hejmara pêketiyan zêde bû û wiha got: “Wezareta Tenduristiyê di 11 'ê Kanûnê de ragihandibû ku li Tirkiyeyê 6 bûyerên Omicronê hatine tespîtkirin. Bi vê varyantê re di hejmara pêketiyên pozîtîf de jî zêdebûn çêbû. Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatin parvekirin, hejmara pêketiyên pozîtîf ku daketin binê 20 hezarî, di demeke kin de di dawiya meha Kanûnê de 40 hezar derbas kir. Di lêkolînan de, em dikarin fêm bikin ku varyanta Omicronê ji varyantên din zûtir tê veguhestin û wekî nîşana vê yekê, em dikarin ji hejmara pêketiyên pozîtîf ên hem li seranserê cîhanê hem jî li welatê me fêm bikin.”   ‘DIVÊ TEDBÎR WERIN GIRTIN’   Yavîç, bi lêv kir ku lêkolîna li seranserî cîhanê nîşan dide ku Omicron ji Deltayê siviktir e û di navbera ji sedî 30 û 70 kêmtir îhtîmal e ku li nexweşxaneyê razin. Yavîç, destnîşan kir ku mîna sermayê Omicron dikare bibe sedema êşa qirikê, hatina avê ya ji difin û serêşî û wiha berdewam kir: “Lê Omicron siviktir jî be, divê tedbîr werin girtin. Ev hinekî girantir e, nexasim di mirovên derzî nebûyî da. Divê derzîkirin bê bilezkirin lê li welatê me hêj bi milyonan kes hene ku li gorî bernameya derzîkirinê nehatine derzîkirin. Her çiqas varyanta Omicron nerm be jî, mirovên ku nehatine derzîkirin vê varyantê derbas dikin û dikarin di saziyên tenduristiyê de alozîyeke cidî derbixin.”    ‘LAZIM E WELATÎ HER TIM TESTÊ BIKIN’   Yavîç da zanîn ku pêbaweriya daneyên hejmarî yên wezareta tenduristiyê ji destpêka nexweşînê ve bûye mijara nîqaşê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi hatina zivistanê re li herêma me, bikaranîna herêmên hîn bêhtir girtî, vê rewşê zehmet dike. Eger ev rewş neyê dîtin, wek mînak, ji ber nebûna hin pergalên hewayê an jî ji ber ku hawirdorên qelebalix û qaîdeyên maske mesafe paqijî bi têrkerî nayên sepandin, dibe ku di hejmara pêketiyan de teqîneke cidî pêk were. Divê ev wekî nîşaneyên ji rêzê neyê dîtin. Her wiha şewba demsalî û enfeksîyonên bêhndanê yên demsalî jî dikarin bibin nîşaneyên varyantê. Lazim e welatî her tim testê bikin.”     MA / Dîndar Karataş