Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize 2022-01-09 17:53:13   AMED - Malbatên Girtiyan di roja 55’an a Nobeta xwe ya Edaletê de xwestin ku daxwazên wan bi cih werin û wiha bang kirin: “Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li avahiya Baroya Wanê dane destpêkirin, di roja 55’emîn de berdewam dike. Îro xizmên girtiyan serdana çalakiya nobetê kirin.    PÊKANÎNA KARANTÎNAYÊ    Xizma girtî Necla Ozel, diyar kir ku rewşa zarokên wan nebaş e, dema wan dibin nexweşxaneyê bi rojan dihêlin karantînayê de. Ozel, dazanîn ku li girtîgehan zext her ku diçin zêde dibin û wiha got: “Her tim hejmar tê kirin. Ne pirtûkên wan ne jî tiştên din didin wan. Du sal in em zarokên xwe nabînin. Çima dengê me nayê bihîstin, çima herkes bêdeng e? Zarokên me çikirine? Têkoşîna ku zarokên me dane têkoşîneke mafdar e. Em heta dawiyê li pişt zarokên xwe ne.”   BANG LI WEZARETA DADÊ KIRIN   Xizma girtî Reşahat Ada jî dazanîn ku çalakiya wan di roja 55’emîn de berdewam dike û wiha axivî: “Bila zextên li ser zarokên me êdî bi dawî bibin. Ji xwe cezayên wan xelas bûne lê nayên berdan. Tedawiya zarokên me nayê kirin. Heta ku Wezareta Dadê gavekê neavêje wê nobeta me bidome. Zarokên me çikirine? Em tu car paş ve gavê naavêjin.”   Xizma girtî Hazal Yildirim jî xwest ku dengê wan were bihîstin û wiha got: “Em naxwazin darbestên zarokên me ji girtîgehê derkevin.”