Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin 2022-01-09 17:06:42   KOCAELÎ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku partiya wê HDP'ê ji bo Tirkiyeyê şansekî mezin e û ev tişt got: "Êdî em neçar in ku AKP û MHP'ê bişînin."   Rêxstina HDP'ê ya Kocaeliyê, bi şîara "Em ê biguherînin demildest îstifa bike" li Qada Bazarê ya Girtî ya Mevlana ya navçeya Gebze ya Kocaeliyê mitîngek li dar xist. Di mitîngê de pankarta "Dem dema HDP'ê ye, edî bes e bes" hat daleqandin. Bi hezaran kesên ku hatin qada mitîngê beriya destpêkirina mitîng govend gernadin. Beşdarên mitîngê balê kişandin ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dûrişmeya "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.    Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir û destpêkê hunermedn Pinar Aydinlar derket ser dikê û stran gotin. Li ber stranên Aydinlar beşdarên mitîngê dîlan girtin û dûrişmeya "HDP gel e gel li vir e" berz kirin.    Di mitîngê de destpêkê Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû axivî û diyar kir ku ew li dijî tecrîdê, li dijî neheqî û bêhiqûqiyê li qadan e.   BÛLDAN: KRÎZA HEYÎ YA JI SALA 2001'Ê GIRANTIR E   Piştî Gergerlîoglû Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li mîtîngê axivî û diyar kir ku ew ji bo guhertina Tirkiyeyê li qadan e û got, "Yên ku hildiberînin em in, yên ku keda xwe ji nedîtî ve tê û tê dizîn jî em in."   Bûldan got, "Gelek kesan ji bo çareserkirina krîza aboriyê deng dabûn, lê belê asta ku niha welat anîne ji krîza sala 2001'ê jî girantir e." Bûldan bi dewamî got, "Ev welat welatê darbe û krîzan e. Li vî welatî krîz û darbe qet bi dawî nabin. Em li dijî darbeyan, li dijî krîzan û li dijî tunehesibandinê ne. Em qebûl nakin ku hûn me ji nedîtî ve tên."   Bûldan anî ziman, yekane partiya ku pirsgirêkên vî welatî çareser bike HDP ye û destnîşan kir ku yekane tişta desthilatdariya AKP-MHP li dij têdikoşe, daxwaza mafê mirovan û mafê jinan e.   EM Ê TI CARÎ SERÎ NETEWÎNIN   Bûldan ragihand ku wê ti carî serî netewînin, doza girtina HDP'ê bi bîr xist û got, "Eger li Tirkiyeyê zêdeyî 6 milyon mirov dengê xwe dide partiyekê, hêza kesî têrê nake ku wê partiyê bigire."   'DEM DEMA HDP'Ê YE'   Bûldan di dawiya axaftina xwe de wiha got, "Ez careke din dibêjim ku HDP ji bo vî welatî şenseke mezin e. Ji dil bawer dikim ku ev şens û firsend wê di hilbijartina bê de bibe wesîleya guhertin û veguhertinê. Hêvîdarim ku wê hilbijartineke pêşwext pêk were û Tirkiyeyeke demokratîk a ku AKP û MHP tune ye, Komareke demokratîk û jiyaneke hevpar a gelan ava bibe."   Mîtîng bi stranên Azad Berdan bi dawî bû.