Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin 2022-01-09 16:04:20   DERSIM - Parlamenterên HDP'ê serdana malbata Gulistan Dokû ya ki ber Walîtiya Dersimê Nobeta Edaletê digire kirin.    Xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû, di 5'ê çileya 2020'an de winda û agahî jê nayê girtin. Malbata Dokû bi daxwaza dîtina keça xwe û darizandina faîlên ku keça wê winda kirine li ber Walîtiya Dersimê Nobeta Edaletê da destpêkirin. Nobet Edaletê ya malbatê di roja 9'an de berdewam dike. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay û parlamenterên HDP'ê Feleknas û Ûca û Alîcan Onlu serdana malbata Dokû kirin.    Dayika Dokû Bedriye Dokû, daxwaza darizandina faîlên keça xwe kir û ev tişt got: "Keça min li kudere, bila faîl Engîn Yucer bê darizandin." Bavê Dokû Halît Dokû jî ev tişt got: "Heta ku kujer neyên girtin em ê ji vir neçin."   HDP'iyan jî got ku wê piştevaniya wan a ji bo malbata Dokû berdewam bike.