Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire 2022-01-09 10:35:29     AMED - Li gorî rapirsîna Sosyo Polîtîkê, ferqa di navbera tifaqên Cûmhûr Milletê daketiye ji sedî 0,6'an û di hilbijartineke îhtîmal de AKP ji sedî 32,8, CHP ji sedî 27,8, ÎYÎ Partî ji sedî 12,5, HDP ji sedî 11,5 û MHP jî ji sedî 7,6 deng digire.    Navenda Lekolînê ya Sosyo Polîtîkê, di navbera 28'ê kanûna 2021'an û 2'ê çileya 2022'yan de derbarê geleşedanên di rojevê de û nêzikbûna hilbijêran de xebateke rapirsînê kir. Rapirsîn li bajarên mîna Stenbol, Îzmîr, Enqere, Konya, Samsûn, Trabzon, Bûrsa, Mûgla, Antalya, Edene, Mersîn, Erzirom, Agirî, Qers, Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Wan û Sêrtê hatiye kirin û hezar û 876 kes tevlî rapirsînê bûnê. Beşeke rapirsînê rû bi rû hatiye kirin û beşeke wê jî bi rêya telefonê hatiye kirin.    FERQA NAVBERA TIFAQAN     Li gorî rapirsînê ji sedî 33,3’yê beşdaran gotine wê dengê xwe bidin Tifaqa Cûmhûr û ji sedî 32,7’ê beşdaran jî gotine ku wê dengê xwe bidin Tifaqa Milet û bi vê encamê ferqa di navbera tifaqan de dajetiye ji sedî 0,6'an.    DENGÊ AKP'Ê JI SEDÎ 10 KETINE     Li ser pirsa "Vê yekşemê hilbijartin çê bibe hûn ê dengê xwe bidin kê?" ji sedî 27'ê hilbijêran gotine wê dengê xwe bidin AKP'ê, ji sedî 22,9'ê hilbijêran gotine wê dengê xwe bidin CHP'ê, ji sedî 10,3'ê hilbijêran gotine wê dengê xwe bidin ÎYÎ Partiyê, ji sedî 9,4'ê hilbijêran gotine wê dengê xwe bidin HDP'ê,  ji sedî 6,3'yê hilbijêran gotine wê dengê xwe bidin MHP'ê,  ji sedî 2,9'ê hilbijêran gotine wê dengê xwe bidin DEVA'yê, ji sedî 2,1'ê hilbijêran gotine wê dengê xwe bidin Partiya Pêşerojê,  ji sedî 0,7'ê hilbijêran gotine wê dengê xwe bidin Saadetê. Dengên AKP'ê ji sedî 10 ketine.    HDP JI SEDÎ 11,5 DENG DIGIRE     Di rapirsînê de ji sedî 11'9ê hilbijaran gotine ku bêbiryar in û ji sedî 5,7'ê hilbijêran jî gotiye ku wê dengê xwe bi kar neynin. Piştî parvekirinan van daneyan AKP ji sedî 32,8, CHP ji sedî 27,8, ÎYÎ Partî ji sedî 12,5, HDP ji sedî 11,5,  MHP ji sedî 7,6, DEVA ji sedî 3,5  Partiya Pêşerojê ji sedî 2,5  Saadet ji sedî 0,8 deng digire.    HEVRIKÊ HERÎ XURT ÎMAMOGLÛ YE   Di rapirsînê de derbarê hilbijartina Serokkomariyê de jî ji hilbijêran pirsa ku wê dengê xwe bidin kê hatiye pirsîn. Li gorî encam ku derketiye Erdogan tê hilbijartin û hevrikê wî yê herî xurt Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ye.