Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan! 2022-01-09 09:07:20   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Nurettîn Başaran ku ji sedî 78 astengdar e û rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîen" heye, nayê berdan. Hevjîna wî destnîşan kir ku pêçiyên nigên hevjînê wê dirizin û xwest rojek berî rojekê bê berdan.    Girtiyê nexweş Nûrettîn Başaranê ku ji sedî 78 astengdar e û rapora wî ya "nikare di girtîgehê de bimîne" heye, nayê berdan. Başaran, niha bi sendeleyeya biteker diçe û tê û nayê dermankirin.    Başaran ku li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera 2015-2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hat girtin, bi îfadeyên "şahidên nepen" cezayê muebedê lê hatiye birîn. Berî bê girtin qezayek trafîkê kiriye û ji pişta xwe birîndar bûye. Piştî hatiye girtin etdawiya wî di nîvî de maye. Başaran ku niha di Girtîgeha Sêwreg a Rihayê ya Tîpa T'yê de ye, di girtîgehêd e anjiyo bûye û ji ber pişta xwe nikare li ser pêyan bisekine. Başaran, bi alîkariya hevalên xwe pêdiviyên xwe yên sereke peyda dike.    'TILIYÊN PÊYÊN WÎ DIRIZIN'   Kanya Başaran (47), hevjîna Nûrettîn Başaran, anî ziman ku rewşa hevjînê wê her ku diçe giran dibe û got: "Hevjînê min nexweş e. Beriya niha rêveberiya girtîgehê bi hinceta pandemiyê ew nedibir tedawiyê. Lê niha hinceteke wiha jî tune ye. Hevalên wî lê dinêrin û pêdivîyên wî pêk tînin. Berê dikaribû bi darê biçengan bimeşe. Lê 3 roj beriya niha em çûn girtîgehê ba wî. Wî bi kursiya biteker anîn. Rewşa wî her diçe giran dibe. Dema ku min ew dît ez pir xemgîn bûm. Dibin revîrê û pişt re jî di karantînayê de dihêlin. Ev çend roj in di karantînayê de ye. Gelek janên wî hene û niha di rewşeke nebaş de ye. Divê li Enqereyê, biçe ser bijîşkê fizîkê, lê wî nabin. Nexweşiya wî jî ne nexweşiyek normal e. Tiliyên pêyên wî riziyane. Divê bên dermankirin. Ji ber ku tedawiya fîzîkê nayê kirin, nikare bimeşe û tiliyên pêyên wî dirizin. Anjîyo kirin lê feyde nekir."    'NIKARE PÊDIVIYÊN XWE PÊK BINE'    Başaran, da zanîn ku rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" ya hevjînê wê heye, lê dîsa jî nayê berdan û got: "Bijîşkan ji rêveberiya girtîgehê re gotibû ku tedawiya wî ya fizîkî li Dîlokê bidomînin. Lê rêveberiya girtîgehê ev tişt paşguh kir. Wê rojê di têlefonê de got, ew di karantînayê de ye. Got, 15 roj e ew bi tenê ye û serê xwe neşûştiye. Ji ber ku ew bi tenê ye nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne. Ger ew bi hevalên xwe re be, qet nebe ew alîkariya wî dikin. Lê belê ew niha tenê ye û nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Em dixwazin bê berdan. Ger bernedin jî bila derman bikin. Di rewşek de nebaş de ye. Li derve jî be, dê di nav nivînan de be. Mirovekî di rewşeke wiha de nikare di şert û mercên girtîgehê de bijî. "   MA / Zeynep Dûrgût