Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin 2022-01-09 09:06:19   AMED - Amediyan bertek nîşanî daristana ku dê li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li Kirklar Daxiyê bê çêkirin dan, gotin: "Em daristaneke li ser navê kesekî dijminatiya kurdna dike qebûl nakin."    Dê li Kirklar Daxiyê ku li navçeya Sûr a Amedê ye, li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî daristanek bê çêkirin. Serokatiya MHP'Ê ya Bajêr çend roj berê ragihand ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Munîr Karaloglû ji bo daristanê 210 donim erd tahsîsî wan kiriye. Ev yek li li bara kurdan bû cihê bertekên mezin.    ‘ME TEMSÎL NAKE'    Mehmet Şîmşek, Bahçelî Amedê temsîl nake, ji dêvla wî li ser navê Selahattîn Demîrtaş bê çêkirin wê baştir be û got: "Gava behsa Bahêelî tê kirin nijadperestî tê bîra min. Dijminê kurda ye. Em amedî daristanek wiha naxwazin. Bilêvkirina navê wî bi xwe şî ne tiştekî rast e."    PAŞEROJA BAHÇELÎ   Yûsûf Ozdemîr jî destnîşan kir ku bîrdoziya şêniyên Amedê û ya Bahçelî berevajî hev in û got: "Li cihekî wisa girîng li ser navê wî çêkirina daristanekê pir şaş e." Ozdemîr, anî ziman ku ger anketek bê çêkirin, her hal dê tişta herî dawî ev be û got: "Ji sedî 80-90'ê amediyan bê daristanê naxwazin." Ozdemîr, diyar kir ku amedî ji Bahçelî hez nakin û bal kişand ser paşeroja wî: "Bahçelî di roportajên xwe de vê nefreta xwe tîne ziman. Di salên 90'an de kiryar nediyar hene, torosên spî hene. Gava em van tiştan berçav bikin, dê kes vê daristanê nexwaze."    ‘EM NAXWAZIN'   Dervîş Acar diyar kir ku li bajarekî ku rayên Bahçelî lê tune ne, li ser navê wî çêkirina daristanekê tiştekî pir şaş e û got: "Dê gel bertekê nîşan bide. Em amedî qebûl nakin. Çavê wî lê ye bi tiştekî wiha rayên xwe zêde bike. Qethiyen em daristanek wiha naxwazin."    Alî Ekînciyê navê Bahçelî naxwaze jî got: "Çima tên li Amedê çêdikin? Ne heyfa Amedê. Li Amedê, ancax navê amediyan li tiştekî wiha bê kirin. Helbestvanên me, hunermendên me hene. Gelek kesên me yên hêja hene. Li ser navê wan bê çêkirin dê baştir be. Mesela, Ahmed Arif. Bila li ser navê wî çêbikin, dê li xweşa me jî biçe. Lê navê Devlet Bahçelî bi tu awayî vî bajarî nade der."    Ekîncî, bal kişand ser gotinên Bahçelî yên dijî kurdan jî û got: "Tim tiştên nexweş ji kurdan re dibêje. Di dema rayan de dibe bira, piştî rayan dibe dijmin. Amed a me ye. Qethiyen em daristanek bi navê Devlet Bahçelî naxwazin."    MA / Eylem Akdag - Ceylan Şahînlî