Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e 2022-01-09 09:03:24   ÎZMÎR - Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, diyar kir ku astengkirina mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş dibe sedema pirsgirêkên fizîkî û ruhî xwest demildest girtiyên nexweş bên berdan.    Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Her wiha di du salên dawî de jî 59 girtî jiyana xwe ji dest dan. Li gor daneyên dawî yên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di sala 2020'î de 562 kesên hatine berdan ji ber binpêkirinên mafan serî li weqfê dane. Ji kesên serî li weqfê dane 144 jê ragihandine ku li girtîgehê bi maumeleyeke xirab re rû bi rû mane.    Her wiha ji ber van binpêkirinên mafan, rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfaza girtiyan li Amed û Wanê jî çalakiyên Nobeda Edaletê didomin.    Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî, destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên her diçe rewşa wan xirabtir dibe ji bo tedawiyê demildest divê bên berdan. Ustercî, anî ziman ku bi sedan girtî bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.    ‘MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTNEGKIRIN'   Ustercî, diyar kir ku di salên dawî de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne û girtî di warê tenduristiyê de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Ustercî, destnîşan kir ku ji ber ku girtî muayeneya bi awayekî kelemçekirî qebûl nakin nikarin sûdê ji mafê tenduristiyê bigirin û got: "Girtiyan bibin nexweşxaneyê jî, lê ji ber vê bêyî muayene bibin cardin wan tînin girtîgehê. Her wiha teşxîs û tedawî jî bi derengî tê xistin. Personelên tenduristiyê kêm in. Girtî dereng sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Heya rewşa wna giran nebe nayên sewqkirin. Li hin girtîgehan, girtiyên nexweş divê dermanên xwe bi awayekî rêk û pêk bixwin, lê dermanên wan di wext de nayên dayîn."    HEWLDANA MALBATAN   Ustercî, destnîşan kir ku astengkirina mafê tenduristiyê di girtiyan de dibe sedema pirsgirêkên fizîkî û ruhî û heya girtî ji vê travmayê xelas dibin gelek wext derbas dibe. Ustercî, bal kişand ser çalakiyên malbatên girtiyan jî û got: "Di demên dawî de li ser hev du girtî jiyana xwe jid est dan. Di mijareke wisa de mirov mafdar be, helbet tiştekî xemgîn e, lê em parêzvanên mafên mirovan bi salan e ji bo vê rayedaran hişyar dikin. Ji ber van pirsgirêkên nayên çareserkirin, helbet hewldana malbatan qîrînek e ji bo jiyana girtiyan. Daxwaza ji bo edaletê ya malbatan, daxwazeke mafdar e. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan çi hewce be divê bê kirin. Demildest divê edalet pêk bê."    GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN TEMENMEZIN   Ustercî, bal kişand ser rewşa Yûsûf Bekmezcî yê di Girtîgeha Kiriklar a Îzmîr a Jimare 1 a Tîpa F'yê de û Mehmet Emîn Ozkan ê di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de. Ustercî, bilêv kir ku Bekmezcî 82 salî ye û got: "apnesa xewê, prostat, amnezî û gelek nexweşînên din pê re hene. Qeyrana dil derbas kir û di beşa awarte de ye. Parêzerên wî ji bo berdana wî daxwazname dan, lê dadgeh doza rapora ATK'ê dike. Yanî qeydên nexweşxaneyê esas nayên girtin. Ustercî, bibîr xist ku Ozkanê 83 salî jî bi Covîd-19'ê ketiye û got: "Ma gava girtiyên nexweş girtî bin qey edalet pêk tê?"   Ustercî, destnîşan kir ku TÎHV bi salan e ji bo cîhanek bê îşkence têdikoşe û got: "Em ê heya dawiyê ji bo girtîgehên bê îşkence, Tirkiyeyeke bê îşkence û cîhanek bê îşkence bitêkoşin."    MA / Hakan Yalçin