JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin 2022-01-08 16:54:10   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 876'an a çalakiya xwe de aqûbeta Ahmet Kaya yê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin pirsîn û dan zanîn ku tevî hemû hurgiliyên cînayetê derketin holê jî, lêpirsîn nehat vekirin.    Dayikên Şemiyê yên ji bo li aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin her hefte çalakiyê li dar dixin, çalakiya xwe ya hefteya 876'an ji ber şertên pandemiyê bi online li dar xistin. Di daxuyaniya vê hefteyê de li aqubeta 11 kesên li navçeya Basanê ya Şirnexê di 15'ê Çileyê ya 1996'an de hatin qetilkirin û cenazeyên wan teslîmî malbatên wan nehatin kirin hat pirsîn.    'EM QEBÛL NAKIN'   Di daxuyaniya vê hefteyê de ewil keça Ahmet Kaya yê hat qetilkirin Emine Kaya axivî û diyar kir ku tevî bavê wê 11 kes hatine qetilkirin û wiha got: "Em dibêjin êdî bes e. Ne ku em ditirsin em dizanin ku kuştin ne çare ne. Heke aştî pêk were wê dinya xweş be û mirov nayên kuştin û girtin. Em ê heta kengî vê zilmê bibînin. Em bi salan e tên kuştin û windakirin. Em dixwazin mafên mirovan werin pêkanîn. Kesên ev mirov kuştine bi salane li derve digerin û nayên darizandin. Em êdî van qebûl nakin."   XWESTIN TÊXIN STUYÊ PKK'Ê   Piştre ji Koma Ji bo Aştiyê Hatine Gel Hevdu Şanar Yurdatapan a piştî komkujiyê çûbû Basayê û lêkolîn kiribû axivî. Yûrdatapan diyar kir ku wê demê hatiye xwestin bûyera qewimiye têxin stûyê PKK'ê lê belê piştî 13 salan şûnde wezîrê dewletê yê wê demê Adnan Erkmen eşkere kir ku komkujî JÎTEM'ê pêk aniye. Lê belê dîsa jî lêpirsînek nehat destpêkirin.    DIVÊ DEWLET LI GOR NORMÊN HIQÛQA GERDÛNÎ TEVBIGERE   Piştre Endama Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê Semra Yeşilyurt daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê xwend. Yeşîlyûrt dazanîn ku Komkujiya Basayê ketiye sala 26'an û bi lêv kir ku gundî bi îşkenceyên giran hatin qetilkirin. Her wiha hat diyarkirin ku bedenê kesên hatine qetilkirin veguherîne komirê û cenaze bi awayekî komî hatine definkirin.    Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ew ê dev ji daxwaza edaletê û Qada Galatasarayê ya 177 hefte ye ji wan re hatiye qedexekirin bernedin. Her wiha hat bibîrxistin ku divê ji bo hemû windayan dewlet li gor normên hiqûqa gerdûnî tev bigere.