Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were 2022-01-08 16:12:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa girseyî ku ji bo jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, tê lidarxistin dest pê kir.    Ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) yên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Demokratîk a Kurdan a Fransayê (CDK-F) li Parîsê bi hezaran kes kom bûn. Malbatên şehîdan, endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, Serokê KONGRA-GEL'ê Remzî Kartal, nûnerên partiyên siyasî yên Fransayê û gelek tevgerên polîtîk tevlî çalakiyê bûn.   PKK'Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXÎNIN   Kurdistanî li Gare Du Nord a Parîsê kom bûn. Rêxistinên femînîst, Komeleya Hevgirtina bi Kurdistanê, MRAP, Partiya Antîkapîtalîst, Sendîkaya Solîdaîres a Partiya Çepgir, Partiya Komunîst jî di nav de gelek tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê jî piştgirî dan çalakiyê. Hûgo Volpeî li ser navê ÛCL’ê axivî û bang li dewleta Fransayê kir û got “Dawî li vê şermê bînin û edaletê pêk bînin. PKK’ê ji nav lîsteya rêxistinên terorê derxînin.”   MEŞÊ DEST PÊ KIR   Çalakvanan bi pankarta ‘Heta ku edalet di tariyê de bimîne Fransa sûcdar e’ û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Edalet û heqîqet" , "Bêdengiya ji hevkariya we ye", "Bila bêcezatî bi dawî be, edalet pêk were" û  "Fermana komkujiyê Erdogan da bila were darizandin" hatin berzkirin.    Meş ber bi Qada Repûblîqûeyê didome û wê li qadê mîtîngek were lidarxistin.