Di ‘operasyona bertîlê’ ku polîs jî di nav de 16 kes hatin girtin 2022-01-08 14:06:25   ŞIRNEX - Li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji 30 kesên di nav wan de polîs jî hene ku di berdela bertîlê de derbasbûna qaçaxçiyan hêsan kirine, 16 jê hatin girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê bi îdiaya ku karmendên li Deriyê Sînor ê Xabûrê dixebitin, di berdela bertîlê de derbasbûna qaçaxçiyan hêsan kirine li Silopiya, Riha, Osmaniye û Samsûnê operasyon dabû destpêkirin. Di operasyona bertîlê de 8 jê wezîfedarên cemaweriyê ku li deriyê sînor dixebitin, bi giştî 30 kes hatin binçavkirin. Gumanbar piştî kirariyên Miduriyeta Polîsan a Şirnexê sewqî Edliyeya Silopiyayê hatin kirin. Dadgehê ji gumanbaran 16 jê girtin û 14 jî bi şertê kontrola edlî berdan.