Malbata Şenyaşar: Li Rihayê gel dixwaze neheqî bi dawî bibe 2022-01-08 11:54:20   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê di roja 306’an de didomîne got: “Ji ber ku ev zilm dewam dike, li Pirsûsê 500 endaman ji AKP’ê îstîfa kiriye.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji 9’ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin, di roja 306’an de berdewam dike.    Ji ber ku dawiya hefteyê ye malbat li mala xwe ya li Pirsûsê nobedê didomîne. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal bal kişand ser îstîfakirina 500 endamên AKP’ê yên li Pirsûsê û got: “Gel li Rihayê dixwaze ev neheqî û zilm bi dawî bibe. Ji ber ku ev zilm dewam dike, li Pirsûsê 500 endaman ji AKP’ê îstîfa kiriye. Heta ku qeweta me hebe em ê li dijî neheqian û bêhiqûqiyê derkevin da ku em di siberojê de rojên xweş bibînin.”