Guh û çavên girtî Nebîoglû her diçe kerr û kor dibe 2022-01-08 09:07:40 ÊLIH - Emrah Nebîoglû, diyar kir ku birayê wî yê girtî ku gurçikên wî xera bûne, her diçe guh û çavên wî jî qels dibin û got: "Berî bi derengî bikeve divê birayê min biçe nexweşxaneyê û tedawî bibe."  Firat Nebîoglû (24) di Cotmeha 2015'an de hat binçavkirin û bi hinceta li bajêr tevli çalakiyeke civakî bûye hat girtin û 11 sal û 7 meh cez alê hat birîn. Nebîoglû, niha di Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T'yê de ye. Gurçikên Nebîoglû xera bûne û di heman demê de her diçe guh û çavên jî qels dibin. Her wiha Saziya Tiba Edlî (ATK) jî rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye Nebîoglû.    Malbata wî destnîşan kir ku ger gurçikên Firat Nebîoglû bi temamî xera bibin dê ji bêgavî têkeve diyalîzê û wê nikaribe pir bijî.    ‘BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ HATIYE HIŞTIN'   Bira Emrah Nebîoglû, destnîşan kir ku birayê wî bi mirinê re rû bi rû ye û xwest li derve bê tedawîkirin. Nebîoglû, anî ziman ku ji bo vê gelek caran serlêdan kirine lê serlêdanên wan hatine redkirin û got: "Berî bê girtin guhên wî û çavên wî ne ew qas xirab bûn. Lê piştî hat girtin xirab bûn. Gava em bi telefonê bi hev re diaxivin dibêje deng nayê min. Ancax gava em bi dengekî bilidn biaxivin deng diçe wî. Sê meh berê jî bi Coivîd-19'ê ket. Pir zor daye wî. Ger careke din pê bikeve dibeke xelasiya wî jê tuen be."    'HERÎ ZÊDE 10 SALÊN DIN BIJÎ'   Bira Nebîoglû, destnîşan kir ku nexweşîna gurçikan nexweşîneke cidî ye û li girtîgehê tedawîkirina vê nexweşînê ne pêkan e. Nebîoglû got: "Ger li derve tedawî bibe dê baştir be. Ger hinekî din jî di girtîgehêd e bimîne dibe ku gurçikên wî bi temamî xera bibin. Û wê têkeve diyalîzê. Nexweşekî têkeve diyalîzê herî zêde dê karibe deh salan bijî. Lê dibe ku ev di girtîgehêd e kêmtir be. Berî bi derengî biekeve divê wî rakirin nexweşxaneyê û di şertên baş de bê tedawîkirin. Ger wî rakin nexweşxaneyê gurçika me kî jê re bibe em ê bidin wî. Ger ev nebe, em ê wekî nexweşên din ên gurçikê li benda dora xwe bin. Lê ji bo vê jî divê di şert û mercên baş de bijî."    Nebîoglû, anî ziman ku her kêliya girtîgehê ji bo birayê wî talûkeyeke mezin e û got: "Her diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Divê mudaxileyî vê bê kirin. Di mehekê de 6 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hemû jî ji ber guhnedêriya îqtidarê jiyana xwe ji dest dan. Divê cenaze ji girtîgehan dernekevin."    MA / Fethî Balaman