MEBYA-DER’ê êrişên li ser goran şermezar kir 2022-01-07 16:13:59   ŞIRNEX - MEBYA-DER’ê êrişa li navçeya Cizîre li ser goran hat kirin bi daxuyaniyekê şermezar kir.    Li Goristana Asrî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, gorên 6 HPG’î û YJA-STAR’iyên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn û kesên ku di qedexeyên derketina derve ku di sala 2015’an de li navçeyê hatibû îlankirin de jiyana xwe ji dest dabûn rastî êrîşê hatin. Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Derguşa Şaristaniyê de Windarkirine re (MEBYA-DER) têklildarî êrişa li ser goran hat kirin li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên MEBYA-DER’ê û welatî tevlî daxuyaniyê bûn.    ‘EM ŞERMEZAR DIKIN Û LANET DIKIN’   Rêveberê MEBYA-DER’ê Ramazan Dalmiş dazanîn ku di dema serdana goristanê ya duh de hatiye dîtin ku 6 gor hatine xerakirin, kêlên wan hatine şikandin, gorek hatiye kolandin û wiha got: “Ev êrişeke bêehlakî ye. Ev êrişeke li dijî gelê me nirxên malbatên me, hesasiyetên me hatiye kirine. Di tu ol û baweriyan de zirar dayîna goran tune ye. Lê di dema desthilata AKP’ê û MHP’ê de em gelek caran bûn şahidên van êrişan. Ev êrişa li hemberî nirxên gelê kurd hatiye kirin, li dijî sekna berxwedana gelê me ye û perçeyekî konsepta teslîm girtinê ye. Em vê êrişî bi tundî şermezar dikin û lanet dikin.”    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû.