Li Cizîrê êrişa ser goristanê hat şermezarkirin 2022-01-07 14:05:25   ŞIRNEX - Di êrişa Goristana Asri ya li Cizîrê de gor hatin kolan û kêlên goran hatin şikandin.    Li Goristana Asrî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, gorên 6 HPG’î û YJA-STAR’iyên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn û kesên ku di qedexeyên derketina derve ku di sala 2015’an de li navçeyê hatibû îlankirin de jiyana xwe ji dest dabûn rastî êrîşê hatin. Malbatan di serdana goristanê ya duh de pê hesiyan ku goran zirar dîtiye. Hat diyarkirin ku di êrişa hatiye kirin de kêlên goran hatine şikandin û hin gor hatine kolandin.    MALBATAN BERTEK NÎŞANDAN   Dayika Osman Cagli yê ku di sala 2015’an de li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da, Hamşî Cagli, bertek nîşanî êrişa li ser goran da û wiha got: “Em duh çûn serdana goristanê û me dît ku kêlên gorên me hatine şikestin. Ma kesekî mirî bi vî awayî tê acizkirin? Hem dikujin hem jî diçin kêla gora wî dişkînin. Mirov vê li miriyekî dike? Ev ji bo me heqaretek e.”   ‘EV NE MISILMAN IN’   Dayika Mehmet Emîn Levent ê di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da û êriş li gora wî hatiye kirin, Şemsiye Levent jî wiha got: “Dilê me şewitî bila dilê wan jî bişewite. Ev ne misilman in. Heq û hiqûq nemaye. Dema êrişî gorê kirin ew mirov ranabe. Tenê na kujin, êrişî gorên wan jî dikin. Gor wê zirareke çawa bide we? Çiqas dixwazin bila bişkînin, em ê dîsa çêbikin.”   Nehat hîn bûn ku kê êrişî goran kiriye.