Malbata Şenyaşar: Ev têkoşîn ji bo edaletê ezmûneke dîrokî ye 2022-01-07 12:08:24   RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 305’emîn de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku tekoşîna ew didin ji bo edaleta Tirkiyeyê ezmûneke dîrokî ye.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 305’emîn de berdewam dike.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal hesabên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê etîket kir û ev peyam parve kir: “Ya kesên qels li dijî kesên bihêz, feqiran li dijî dewlemendan diparêze edalet e. Ji ber dozgerên tirsonek ku nikarin ji kesên bihêz hesabê bipirsin hene, hesirên dayikan ên dirijin ser terazûya edaletê didomin. Ev têkoşîn ji bo edaleta Tirkiyeyê ezmûneke dîrokî ye.”