Derbarê Abdullah Zeydan de biryara berdanê hat dayîn 2022-01-06 16:58:11   AMED - Dadgehê derbarê Parlamenterê HDP’ê yê berê Abdullah Zeydan de biryara berdanê da.    Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan ê ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li gel Hevserokên HDP’ê yên berê û parlamenterên HDP’ê yên berê hatibû girtin. Dadgeha bilind cezayê 8 sal û mehek û 15 roj ê ji ber îdiayên “alîkariya rêxistinê û propagandaya rêxistinê” li Zeydan hatibû birîn xera kiribû. Li ser vê yekê doza Zeydan ji nû ve hat dîtin. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro di danişîna Zeydan de biryara berdana wî da.