Li Nisêbînê kesekî di êrişâ çekdarî de jiyana xwe ji dest da 2022-01-06 15:39:29   MÊRDÎN - Li Nisêbînê, di êrişeke çekdarî de welatiyê Sûriyeyê Mehmet Hasan jiyana xwe ji dest da.   Li taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Nisêbînê ya Merdînê, ji aliyê kes ango kesên nasnameya wan ne diyar ve li dijî welatiyê Sûriyeyê Mehmet Hasan (29) êrişeke çekdarî pêk hat. Piştî êrişê Hasan rakirin nexweşxaneyê û li vir jiyana xwe ji dest da.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.