‘Berpirsiyarê kuştina Metîn Lokumcu qeymeqam e’ 2022-01-06 13:54:32   TRABZON - Fatîh Unal ê di serdema kuştina Metîn Lokumcu de Midûrê Polîsan ê Navçeya Hopayê bû wek bersûc îfade da dadgehê û diyar kir ku berpirsiyarên esil ne li salonê ne û yê ferman daye Qeymeqamê Hopa yê wê demê ye.    Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan di sala 2011’an de çûbû serdana navçeya Hopa ya Artvînê. Polîsan di dema serdanê de êrişî girseyê kiribû. Di êrişan de mamosteyê teqewît Metîn Lokomcu jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê kuştina Lokumcu de doz hatiye vekirin. Danişîna 2’yemîn a dozê li Dadgeha Trabzonê tê lidarxistin. Midûrên polîsan ê navçeyê û bajêr ên wê serdemê jî di nav de 13 polîs ji dozê bi sûcê “bûne sedema kuştina bi qestî” tên darizandin. Malbata Lokumcu, parêzer û 9 polîsên bersûc li salona danişînê amade bûn.    Parlamenterên HDP’ê, CHP’ê, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Erînç Sagkan û serokên baroyên gelek bajaran beşdarî danişînê bûn.    DAXWAZA BAROYAN HAT REDKIRIN    Ewilî Erînç Sagkan di danişînê de axivî û xwest ew jî beşdarî dosyeya dozê bibin û ev daxwaz were qebûlkirin. Piştî Sagkan serok û nûnerên baroyên bajarên wek Stenbol, Îzmîr, Enqere, Artvîn, Trabzon, Gîresûn, Samsûn, Denîzlî, Amed û Antalyayê jî xwestin ew beşdarî danişînê bibin. Şandeya dadgehê daxwaza baroyan red kir.    Fatîh Unal ê di serdema kuştina Metîn Lokumcu de Midûrê Polîsan ê Navçeya Hopayê bû wek bersûc îfade da dadgehê û diyar kir ku berpirsiyarên esil ne li salonê ne û yê ferman daye Qeymeqamê Hopa yê wê demê ye.