PJAK’ê xwest kuştina Bêxem bê ronîkirin 2022-01-06 13:48:19   NAVENDA NÛÇEYAN - PJAK, derbarê kuştina aktivîsê rojhilatê Kurdistanê Ehmed Bêxem de daxuyaniyek da û xwest ku Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê bûyera kuştina Bêxem de agahiyên zelal belav bike.   Di 31’ê Kanuna 2021’an de li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, aktivîstê rojhilatê Kurdistanê Ehmed Bêxem ê bi nasnav Heval Kejwan, kuştî hatibû dîtin. Di wêneyên cenazeyê Bêxem ku hatibûn parvekirin de şopên îşkenceyê hebûn û beşeke mezin a laşê wî ji ber îşkenceyê sor bûbû. Rexmî ku di ser bûyerê re hefteyek derbas bû jî heta niha derbarê bûyerê de ji hêla Hikumeta Herêma Kurdistanê de tu daxuyanî nehatiye dayîn.    BAŞÛR KIRINA GORA AKTÎVÎSTÊN ROJHILAT   Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), derbarê kuştina Ehmed Bêxem de daxuyaniyek da. PJAK’ê di daxuyaniya xwe de e têkildarî bûyerê de ev tişt got; “Carek din kuştinek biguman. Aktivîstê rojhilatê Kurdistanê Ehmed Bêxem ê bi nasnav Heval Kejwan li başûrê Kurdistanê hatiye kuştin. Ev kuştin ispata wê ye ku Herêma Kurdistanê bûye goristana aktivîstên rojhilatê Kurdistanê. Çi çalakiyek ne di berjewendiya rayedarên Hewlêrê de be, tê bêdengkirin.”   TEVLÎ BERXWEDANA KOBANÊ BÛYE   Di dewama daxuyaniya xwe de PJAK’ê sersaxiyê ji malbata Bêxem re xwest û derbarê Bêxem de ev gahî dan: "Heval Kejwan xelkê Serdeştê bû, xemxarê nîştimana xwe bû. Bi dildarî tevlî berxwedana Kobanê bûbû û em têkoşîna wî ya li rojava û rojhilatê Kurdistanê ya ji bo azadiyê ji bîr nakin.”   BANGA LI HIKÛMETA HERÊMÊ   Di dawiya daxuyaniya xwe de PJAK’ê ji bo ronîkirina bûyerê ev bang li rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê kir: "Divê bûyera kuştina aktivîstê kurd ji aliyê polis û aliyên peywendîdar ve were ronîkirin. Ji ber ku li ser bedena Heval Kejwan şopên êşkenceyê hebûn, ev jî tê wateya ku hatiye kuştin.”