Serdanên malbatên girtiyên bi dawî bûn: Edalet daxwaza her kesî ye 2022-01-06 11:07:23   ENQERE - Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Ahmet Dogan diyar kir ku di serdanên wan ên ji bo partiyên siyasî û saziyên sivîl de daxwaza edaletê derketiye û got: “Ji me re gotin heta pirsgirêkên li girtîgehan çareser nebin, wê Tirkiye nikaribe nefesek rehet hilde.”    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ji Amed, Mêrdîn, Wan, Êlih, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Mêrsîn û Stenbolê hatibûn Enqereyê û serdana partiyên siyasî û saziyên sivîl kirin. Serdanên malbatan bi dawî bûn. Malbat beşdarî komcivîna HDP’ê ya li Meclîsê bûn. Pişt re jî serdana Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Partiya Pêşerojê, Partiya Kedê (EMEP),  Partiya DEVA’yê, Partiya Çep (Sol), Partiya Saadetê, CHP, Wewqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) kiribûn.    Rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED) jî li gel malbatan beşdarî serdanan bûn. Her wiha rayedarên HDP’ê jî bi malbatan re çûn serdanan. Malbatan di serdanan de destnîşan kirin ku êdî ew li benda çareseriyê ne.    HEVDÎTIN ERÊINÎ DERBAS BÛNE    Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Ahmet Dogan behsa serdanan kir û destnîşan kir ku hevdîtinên pêk anîne erênî derbas bûne û mijara girtiyên nexweş tevahiya civakê eleqedar dike. Dogan anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gelek bûye rojev jî lê belê heta niha gav ji bo çareseriyê nehatine avêtin û lewma li Amedê û Wanê Nobeda Edaletê hatiye destpêkirin. Dogan destnîşan kir ku di serdanên xwe de pêşniyaz û daxwazên xwe ji rayedarên wan partî û saziyên sivîl re kirine û di hevdîtinan de derketiye holê ku êdî edalet bûye pêdiviyek Tirkiyê û ji bo her kesî lazim tê. Dogan anî ziman ku rayedarên van partiyên siyasî û saziyên sivîl ji malbatan re gotine çi ji destê wan were wê bikin û wê meseleyê ji Wezareta Dadê re ragihînin. Dogan got heta daxwazên wan bigihîjin çareseriyê û çareseriyek mayînde pêk were wê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.    MA / Zemo Aggoz - Delal Akyuz