Li Êlihê midûrê dibistanê ji xwendekaran re got: Şîrheramno 2022-01-06 09:01:07 ÊLIH - Hat diyarkirin ku Midûrê Lîseya Batman Petrolê O.Ç. heqaret li xwendekaran kiriye û ji wan re gotiye "şîrheram" û bi walî gef li malbatên wan xwarine. O.Ç. ku ev angaşt derewand, anî ziman ku teftîşa hatiye destpêkirin didome.  Hat anagştkirin ku Midûrê Lîseya Anadolû ya Batman Petrolê O. Ç. gotininên nijadperest ji xwendekaran re gotiye. Li gor agahiyên bi dest ketin, O.Ç. yê ku berê endamê Ulku Ocakiyan bûye û niha jî Cîgirê Serokê Turk Egîtîm Sen a Şaxa Êlihê ye, ji xwendekarên ku tevli xwendina "Sirûda Îstiklalê" nebûne gotiye "şîrheram". Her wiha hat diyarkirin ku paşê jî ji xwendekaran re gotiye "xayin" û ew bi saetan li derve hiştiye.    GEF LI MALBATAN XWAR   Hat diyarkirin ku O.Ç. kalorîferên dibistanê jî venake û tim bi xwendekaran re dixeyide. Ji ber vê malbatên xwendekaran hevdîtin bi O.Ç. re kir. O.Ç. di hevdîtinê de gefli malbatan xwariye û gotiye, "Ez ê dibistanê bi ser serê we de bînim xwarê" û gava malbatan gotiye dê giliyê wî bikin, wî jî gotiye "Walî hevalê min e." Her wiha hat ragihandin ku O.Ç. bê hincet hin xwendkera ji dibistanê avêtine.    ‘LI GOR WÎ EM HEMÛ XAYIN IN'   Xwendekar A.A. ku ji dibistanê hatiye vaêtin, ragihand ku O.Ç. nû hatiey tayinkirin tim heqaretê li xwendekaran dike û egfê li wan dixwe. A.A. diyar kir ku welî û xwendekara ji tirsa giliyê O.Ç. nakin û got: "Bi hinceta Sirûda Îstiklalê tim heqaret li me dikir. Berê xwe dida hemû xwendekaran û ji wan re digot, 'şîrheramno, xayinno, sirûd şeref e, ma ka ew şeref bi we re heye'. qîma xwe bi vê jî nedianî, bi ser de bi saetan xwendekar di sar û seqemê de li derve didan sekinandin. Ger li dîmenên kamerayê yên wê rojê bê nerîn, jixwe dê bê dîtin. Li gor wî em hemû xayin in. Min û gelek hevalên min ji dibistanê avêt."    MIDÛR ANGAŞT DEREWANDIN   Têkildarî mijarê me hevdîtin bi midûr O.Ç. re jî kir. O.Ç. angaştên tên kirin derewandin. O.Ç. diyar kir ku ger ev mesele bibe nûçe çi hewce bê dê bike û gef xwarin. O.Ç. got: "Hemû jî pûç in. Ez pir aşkere dibêjim. Ji bo vê çi hewce be ez ê bikim, gava bibe nûçe. Jixwe dibistana me di asta teftîşkirinê de ye. Têkildarî van mijaran. Jixwe xwendekarên me lavaboyan dişikînin. Gava em tadîlatê dikin em van deran digirin. Hin kesên dilxerab hene. Ev bêbinî ne. Bila haya we jê hebe. MIn tiştekî wisa negotiye."    MA / Fethî Balaman