Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk hat berdan 2022-01-05 17:41:46   STENBOL - Midûrê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk ku piştî hatibû berdan cardin hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hat berdan.    Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk ku duh êvarê hatibû binçavkirin, îro piştî îfadeya li Edliyeya Çaglayanê hatibû berdan. Çelîk, piştî hatibû berdan bi hinceta lîpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê cardin hatibû binçavkirin.     Çelîk, li Midûriyeta Polîsan a Mecîdiyekoyê îfade da. Çelîk, piştî îfadeya ji ber nûçeyên MA'yê îfade da hat berdan.