Xizmên Girtiyan: Ji bo edaletê divê têkoşîna hevpar bê dayîn 2022-01-05 17:15:16   ENQERE - Xizmên girtiyan ku li Enqerê ne serdana Partiya Çepgir û TÎHV'ê kirin û ji bo pêkanîna edaletê bang kirin ku têkoşîneke hevpar bê dayîn.           Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin, ji bo tedawî û berdana xizmên xwe ragihînin li Enqerê ne, piştî serdana xwe ya Navenda Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) û DEVA'yê, serdana Partiya Çepgir û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî kirin. Hevserokê OHD'ê Bunyamîn Şeker, Rêveberiya HDP'a Enqerê û endamên Meclisa Partiyê yên HDP'ê jî bi malbatan re serdana Partiya Çepgir û TÎHV'ê  kirin.    Li her du navendan malbatan daxwazên xwe vegotin û daxwaza piştgiriyê kirin.    BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Ji parêzerên Partiya Çepgir Gîzem Ozdem, destnîşan kir ku li cem daxwaza edaletê ya malbatan e û ji bo pêkanîna edaletê bang kirin ku têkoşîneke hevpar bê dayîn.    TÎHV: EM TÊKOŞÎN DIDIN   Bijîjk Dr. Nîhat Bûlût jî li ser nave TÎHV'ê destnîşan kir ku li dijî îşkence û mehmeleya xerab têkoşîn didin û got ku heta gelê kurd azad nebe wê li Tirkiyeyê tiştek nebe.