Mûrat Bozlak li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-01-05 16:41:12   ENQERE - Serokê Giştî yê HADEP’ê yê berê Mûrat Bozlak, di 7’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn   Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî a Gel (HADEP) ê berê Mûrat Bozlak di 7’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Bozlak, Rêxistina HDP’ê ya Enqere û Konyayê, parlementerên HDP’ê û gelek kes beşdarî bîranîna li gundê Aktaş ê navçeya Şereflîkoçhîsarê hatli darxistin bûn.    Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul di bîranînê de axivî û wiha got: “Mûrat Bozlak hevrêyê Apê Mûsa, Canîp Yildirim e ku berî sedsalan li Anatoliya Navîn hat vê derê, dîrok, ziman, çanda xwe ji bîr nekir, li vir têkoşiya û liv ir pêşengtî kir.”   ‘WÊ EV TEVGER ÇOKAN NEDANE’   Bulbul bi bîr xist ku ji salên 90’î û vir ve binçavkirin û windakirin berdewam dikin û wiha axivî: “Hevrê Mûrat Bozlak yek ji berxwedêr û têkoşerên konsepta Çîller û Agar e. Konsepta wan îro weke konsepta Tayîp Erdogan û Suleyman Soylûberdewam dike. Ev tevger, tevgera Mûrat Bozlak, Apê Mûsa û Vedat Aydinan e wê qet li pêşberî we çokan dane.”   ‘DIVÊ EM MÎRATEYA WÎ BIDIN JIYÎN’   Endamê Meclîsa HDP’ê Huseyîn Taka jî wiha got: “Jiyaneke Bozlak a têkoşer hebû. Bê gazin hemû mirov hembêz dikir. Heke em îro vê bîranînê pêk bînin divê em mîrateya Bozlak bidin jiyîn.”   Parlementerê HDP’ê yê berê Îbrahîm Bînîcî jî wiha axivî: “Mûrat Bozlak kesekî ku li dijî neheqiyê serî rakiribû. Di kesayeta heval Murat de HADEP mezin bû û têkoşîn bilind kir. Em di kesayeta heval Mûrat de kesên ji bo gelê kurd şehîd ketin bi rêzdarî bi bîr tînin.”