Li Girê Çilsiwar daristana bîranîna Bahçelî tê avakirin 2022-01-05 16:33:02   AMED - Li Girê Çilsiwar ê Amedê li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî daristaneke bîranînê tê avakirin.   Li Girê Çilsiwar ê li navçeya Sûrê ya Amedê ku li qeraxê Çemê Dîcleyê ye, wê li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî daristaneke bîranînê bê avakirin. Hat diyarkirin ku wê daristan ji aliyê Serokatiya MHP'ê ya Bajar a Amedê ve bê avakirin, Qeyûm û Waliyê Amedê Munîr Karaloglû û Miduriyeta Bajar a Daristanê ya Amedê jî bo daristanê 210 donim erd terxan kirine.     Ji bo vê terxankirina erd Serokê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp çend roja beriya niha spasiya Waliyê Amedê Munîr Karaloglû û  Midurê Bajar a Daristanê ya Amedê Metîn Eratîlla kiribû.    AVAHÎSAZAN BERKET NÎŞAN DA   Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ji ber avakirina daristanê bertek nîşanî Qeyûm û Waliyê Amedê Munîr Karaloglû da û diyar kir ku bi danîna navê kesekî mîna Bahçelî ku neyartiya kurdan dike Walî Karaloglû li dijî civaka kurd sûc dike.