Herêma ku Soylû digot 'terorîst tune ne' jî qedexe kirin 2022-01-05 15:56:12   SÊRT - Li Sêrtê, 3 herêmên ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, digot, "Nêzî 40 salan e cara yekemîn e terorîst tune ne" weke "Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî" îlan kirin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, di 12'ê cotmehê de daxuyanî dabû û ji bo Sêrtê gotibû, "Nêzî 40 salan e cara yekemîn e terorîst tune ne." Lê balkêş e piştî van gotinên Soylû ev herêm weke "Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî" hatin îlankirin. Walîtiya Sêrtê, têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku herêmên Herekol, Çirav û Kalemîs ên li bejahiyên navçeyên Dihê û Hawilê heta 31'ê kanûnê hatine qedexekirin.