3 jinên siyasetmender hatin bîranîn: Hêrs û êşa me weke duh zindî ye 2022-01-05 14:15:17 ŞIRNEX - Her sê jinên siyasetmedar ku hatin qetilkirin li ser gorên xwe hatin bîranîn. Di bîranînê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî û got: "Heta ku jin azad nebe, welat azad nabe."   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minesebeta salvegera qetilkirina Endama Meclîsa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dema qedexeyên derketina derve di 4'ê çileya 2016'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar, parlementerên HDP'ê Nûran Îmîr û Muazzez Orhan, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê tevlî bîranînê bûn. Bîranîn li ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê pêk hat.   'HETA KU JIN AZAD NEBE WELAT AZAD NABE'   Li ser navê dayikên her sê jinan dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî. Demîr, diyar kir ku daxwaza wan welatek azad û aşitiyeke mayînde bûye û wiha axivî :"Di kesayeta her sê hevalan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Şehîdên me şehîdên tevahî Kurdistanê ne.Wan ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşîn da. Wan aşitî û aramî dixwest. Ji bo aşitiyeke mayînde ev barê giran girtin ser milê xwe. Heta ku jin azad nebe, welat azad nabe. Îro roj roja aşitiyê ye, roj roja serkeftinê ye û roj roja yekitiyê ye. Îro ew kesên ku li ber xwe didin, ji bo aşitiyê li ber xwe didin. Destên xwe bidin hev. Îro rizgariya tirkan, ereban û gelên din destê gelê kurd de ye. Gelê kurd aşitîxwaze û yekitiyê dixwaze. Gelê kurd serê xwe natewîne. Ji hemû gelan re serkeftinê û aşitiyê dixwaze."   'HÊRSA ME WEKE DUH ZINDIYE'   Piştre parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Îmîr jî bal kişand ser têkoşîna her sê jinên siyasetmender û ev tişt anî ziman: "Bi saya têkoşîna van her sê hevalan gelê kurd xwe li ser piyan girt. Sê hevalên me yên jin di qada siyasetê de pêşeng û rêveberên gel bûn. Di têkoşîna azadî û demokrasiyê de, di asta herî jor de xebat dan meşandin. Hem ji aliyê gel, hem jî ji aliyê rayedarên dewletê ve dihatin nasîn. Bi zanebûn her sê hevalên me hedef girtin. Bi qetlilkirina van hevalên me xwestin ku pêvajoya xwe rêvebirinê têk bibin. Jinên Botanê weke her pêvajoyê di wê pêvajoyê de jî pêşengtî kirin. Bi vê komkujiyê xwestin ku hêz û vîna jinên Botanê têk bibin. Lê 6 sal li ser vê komkujiyê re derbas bûn, hêrsa me hê weke duh zindî ye. Di her têkoşîn dayinê de em vê hêrsê tînîn bîra xwe. Ev îradeya me zindî dihêle."    'EM KUJERAN NAS DIKIN'   Îmîr, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku her sê hevalên wan li hemberî hişmendiya zayenperest û nijadperest bi salan têkoşiyane û wiha got: "Tenê daxwazeke wan hebû ew jî welatek azad û jiyaneke wekhev bû. Armanca hedef girtina wan pêşîgirtina netewbûna gelê kurd bû. Lê li ser neketin û encam negirtin. Em bêtir bi hêz bûn û me têkoşîna xwe mezintir kir. Em kesên ku hevalên me qetil kirin nas dikin. Heta niha yek kes nehat darizandin. Ev 6 sal e doz didome, lê hê bêencam e. Hişmendiya ku doza Roboskiyê û jêrzemînên Cizîrê kirin heman e. Lê heta ku em hebin wê lêgerîna me ya edeletê bidome. Çi dibe bila bibe em ê ji kujeran hesab bipirsin."   Piştî axaftinan qerenfîl danîn ser gorên her sê jinan.    Piştre beşdervan derbasî navçeya Sîlopyayê bûn. Li vir jî bi Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir re siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn kuştin bi bîr anîn. Bîranîn li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê hat kirin û bi deqeyek rezgirtinê dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Sîlopyayê Asûman Kulter axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên têdikoşîna wan bin.    'RÊYA AŞITIYÊ GIRTIN'   Piştî Kuşter Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî axivî. Orhan, bal kişand li ser qetilkirina her şeş jinên siyasetmender û ev tişt got:" Di şexsê Sakîneyê de 3 jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin divê mirov armanca wê bizanibe. Dema ku li Îmraliyê hevdîtin pêk hatin ev komkujiye pêk hat. Neyar û dijminê me peyamek dan gelê kurd. Bi vê komkujiyê rêya aşitiyê hat girtin. Bi hedef girtina wan hem xwestin ku pêşî li têkoşîna gelê kurd bigirin û hem jî xwestin ku têkoşîna bi pêşengiya jinên kurd qut bikin. Armanca wan ew bû. Lê gelê kurd ev armancên wan vala derxistin û bi berxwedan û tekoşînê bersiva wan da."   Piştî axaftinan sînevîzyona ku jiyana her şeş jinên siyasetmender vedigot hat temaşekirin. Di bernameyê de dirûşmeya "Şehîd namirin" hatin birêzkirin.   Bername bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.