Rojnamevan Çelîk sewqî edliyeyê hat kirin 2022-01-05 13:40:55   STENBOL - Midurê Karê Nivîsê yê ajansa me Ferhat Çelîk ê li Stenbolê hat binçavkirin, ji bo îfadeya wî were girtin sewqî edliyeyê hat kirin.    Midurê Karê Nivîsê yê ajansa me Ferhat Çelîk ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê daye destpêkirin de duh şev li mala xwe ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hat binçavkirin û birin Qereqola Polîsan a Ferîkoyê. Çelîkê ku bi hêceta parvekirinên medyaya dîjîtal ên ajansa me MA'yê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hat sûcdarkirin, ji bo îfadeya wî were girtin sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin.    Tê payîn ku li ser SEGBÎS’ê îfadeya Çelîk were girtin.