Sekreterê Desteya Koordînasyona TMMOB'ê: Qeyûm ne muxatabê me ye 2022-01-05 09:23:21   AMED - Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'a Amedê Dogan Hatûn, diyar kir ku qeyûmê ku ew hedef nîşandane ne muxatabê wan e û got: "Em ê nehêlin ev kes me bêîtibar bikin. Ji lew re yên ev îtibar dane me ne ew in."    Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran (TMMOB) di 30'yê Kanûna 2021'ê de li ber avahiya edliyeyê li dijî avahiyên qaçax ên ji bo rantê tên çêkirin daxuyanî dabû û gotibû "Ev bajr ne bêxwedî ye"û qeyûm jî di nav de giliyê gelek rayedar û saziyan kiribû. Piştî daxuyaniya TMMOB'ê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Walî Munîr Karaloglû jî gotibû, "Li Amedê walî û parementer û şaredariyên navçeyê bi awayekî samîmî dixebitin. We vîna xwe teslîmî hin kesên din kiriye. Hûn daxuyaniya xistine destê we dixwînin. Xwediyê vî bajarî heye." Karaloglû, TMMOB'ê tawnabar kir û derpêş kir ku xwe ji bo avahiya li Kirklar Daxiyê li bêdengiyê daniye. PIştî vê TMMOB'ê jî rabû daxuyaniya xwe ya wê demê ya derbarê Kirklar Daxiyê bi raya giştî re parve kir û careke din diyar kir ku qeyûm sûc dikin.    Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB'ê Dogan Hatûn, têkildarî angaştên qeyûm û avahiyên qaçax ên ji bo rantê tên çêkirin axivî.    GILIYÊ 4 QEYÛMAN KIRIN   Hatûn destnîşan kir ku 5 sal in bajar ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin û qeyûm ne vîna gel û şaredarên gel in. Hatûn, bal kişand ser îcraatên qeyûman û got: "Pergala qeyûm, bi AKP'ê re bû qada rantê ji bo alîgirên xwe. Li Tirkiyeyê şaredariyên AKP'ê an komeleyekê yan jî terîqatekê zengîn dikin. 5 sal in li bajarê me vîneke giştî tune ye."    Hatûn, bibîr xist ku ji ber avahiyên qaçax giliyê qeyûman kirine û got: "Avahiyên qaçax bi awayekî aşkere tên çêkirin. Berê nelirêtî bi awayekî sergirtî dikirin. Me jî têkildarî vê nivîs ji şaredariyan re şandin. Wekî li filan derê avahiyên qaçax tên çêkirin. Di ebrsivên xwe de diyar dikirin wan ceza biriye. Lê berpirsiyariya xwe ya ku bikin wek berê neanîn cî. Nivîsên me yên di vî warî de jî bê bersiv man. Me giliyê 4 şaredariyan kir. Paşê walî em kirin hedef û dest bi bêîtibarkirinê kir. Me bêbextî nexistine stuyê tu kesî. Me bi belge û raporên xwe giliyê wan kir."    NE YÊN HILBIJARTÎ YÊN TAYINKIRÎ   Hatûn, bertek nîşanî tawanbarkirinên walî da û got: "Em saziyeke dewletê ya nîv-fermî ne. Em xebatên xwe li gor zanist û teknîkê dikin. Ger li bajêr avahiyek qaçax hebe, em wê teşhîr dikin. Muxatabê me dadgeh e. Tu têkiliyek me bi walî re tune ye. Lê em ê nehêlin me bêîtibar bikin. Ji lew re wan ev îtibar nedaye me."    Hatûn bibîr xist ku qeyûm ne kesekî hilbijartî kesekî tayinkirî ye û got: "Qeyûmekî li gor berjewendiyên hin kesan dixebite û tayi8nkirî ye. Yanî sifir îrade. Li cihekî ku hûn ne îrade bin û hûn rabin mirovên xwedî îrade rexne bikin, ev îroniyek mezin e. Çend roj berê 2 parlementerên AKP'Î anînhe cem xwe, wekî îradeya 2 milyon kesî! 4 qeyûm wergirtine wekî xwediyê hemû şaredariyan be. Wekî her kes li cem wan be, tevdigerin. Lê paşperdeya wan tiştekî cuda ye. Bi doz û kemçeyan malên gel xera dike. Wê demê gel ji walî re gotiye mirov nikare bi 50 hezra TL'yî têkeve xaniyê bi kirê jî. Çima hûn rexneyên gel nîşan nadin."    BIŞAVTIN   Hatûn, destnîşan kir ku qeyûm di bin navê "xweşikkirin" bajêr de li bajêr qirkirineke çandî dike û ji bo vê bal kişand ser veguherandina bajêr a li Ben û Senê, li Fîskaya û Peyasê. Hatûn got: "Ka xweşikbûna Sûrê? Hema bibêej girtîgeh çêkirine. Qadên tîpa F'yê ku mirov nikarin lê bijîn. Kî tê Amedê mizgîna girtîgehan dide. Li vira tişta wekî dîrokê nîşanî me didin girtîgeh in. Kesek jî naçe nakeve wan xaniyan. Difiroşin alîgirên xwe. Bi qasî em pê hesiyane gelek avahiyan didin weqfên dînî."    ‘DÊ DÎROK WE BIDARIZÎNE'   Hatûn, destnîşan kir ku dê di her şert û mercî de xwedî li Amedê derkevin û got: "Li vî bajarî Desteya Parastinê heye. Lê çi diparêze? Em jî nizanin. Lê em şahid in ku bê çawa dîrok, çand û xwezaya bajêr talan dikin. Niha em şahidên wê yên zindî ne, lê dê dîrok we bi rapor û belgeyên ku em ê wekî mîrate li dû xwe bihêlin bidarizîne."    MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş