Bi fermana devkî ya walî derbarê 131 kargehan de biryara girtinê 2022-01-05 09:01:30 AMED - Şaredariya Rezanê ya ku Huseyîn Beyoglû yê AKP'î bi biryara YSK'ê tayinî wê hatibû kirin, bi "fermana devkî" ya Walî Munîr Karaloglû biryar girt ku 131 kargehên li navçeyê bigire.  Li Amedê bi "fermana devkî" ya Waliyê Amedê Munîr Karaloglû ku Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) ên li dijî avahiyên qaçax ên ji bo rantê tên çêkirin disikine kiribû hedef, li navçeya Rezanê biryara girtina 131 kargehan hat girtin.    Huseyîn Beyoglû yê AKP'î yê ji hêla Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve tayinî Şaredariya Rezanê hatibû kirin, piştî vê fermana Karaloglû xwest 131 kargehên li Kolana Sakarayayê ya Taxa 5 Nîsanê bên girtin. Hinceta biryara girtinê jî ew e ku ruxseta van dikanan tune ye.    FERMANA DEVKÎ YA WALÎ   Encumenên tayinkirî yên şaredariyê di civîna xw eya 23'yê kolanê de daxwaza Midûriyeta Ruxset û Venêrînê ya ji bo girtina van dikanan qebûl kir. Di biryarê de hatiye gotin ku dikanên navê wan diyarkirî yên bi fermana devkî ya Walî Munîr Karaloglû divê bên girtin, ji ber ku ruxseta wan tune ye.    MA / Ergîn Çaglar