Xizmên girtiyan serdana Partiya Gelecekê kirin 2022-01-04 18:49:07   ENQERE - Xizmên girtiyan serdana Partiya Gelecekê kirin û daxwazên xwe ragihandin.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin ku hatin Enqereyê, bi boneya tedawîkirin û berdana xizmên xwe serdana sazî û dezgehan dikin. Malbatan di çarçoveya serdanên xwe de serdana Partiya Gelecekê jî kirin. Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Umît Dede û Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker jî tevî heyeta ku li ser navê malbatên ji Amed, Wan, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Çelê û Stenbolê hatin tevli serdanê bûn.    Seroka Mafên Mirovan a Partiya Gelecekê Prof. Dr. Serap Yazici û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Hasan Seyman heyetê pêşwazî kir.    Di hevdîtina bi awayekî sergirtî hat kirin de Yazici got: "Ev mesele, meseleyeke têkildarî ku Tirkiye ne dewleteke hiqûqê ye. Ji bo pêkanîna hiqûq û edaletê divê AKP biçe."    Malbatan jî dosyeya ku agahiyên derbarê girtiyên nexweş tê de ne dan Yazici. Yazici jî destnîşan kir ku dê tevî serokê giştî yê partiyê dosyeyê vekolin û li gor wê gavina bavêjin.