Hevşaredarê girtî Narîn qeyrana dil derbaz kir 2022-01-04 17:06:31   AMED - Hevşaredarê Sûrê yê berê Seyîd Narîn, li Girtîgeha Kalkandere a Rizeyê ku lê tê ragirtin, qeyrana dil derbas kir.    Hevşaredarê Sûra Amedê yê berê Seyît Narîn ku 6 sal û 3 meh in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê tê ragirtin, qeyrana dil derbas kir. Li gorî agahiyên ji xizmên wan hatin girtin, Narîn îro serê sibê qeyrana dil derbas kir û pişt re ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Rizeyê. Hat hînbûn ku dermankirina Narîn ê hat anjiyokirin li beşa lênêrîna lezgîn de berdewam dike.    ‘EM JI JIYANA WÎ BI FIKAR IN’   Xizmên Narîn ragihandin ku 2 sal in nikarin biçin serdana wî û wiha gotin: “Em bi fikar in heke li vir bûya em da zû biçin cem wî, me dikarî rehet xwe bigihînin wî. Lê gelekî dûrî me ye. Ji bo ku were nêzîkî me em daxwaznameyan ji bo sewqê didin lê her carê tê redkirin. Em ji jiyana wî bi fikar in.”