Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne 2022-01-04 14:34:57   AMED - Li gorî rapora DFG'ê ya sala 2021'an, di nav salekê de hezar 460 nûçe hatine astengkirin, êriş li 55 rojnamegeran hatiye kirin, 2 rojnamegeran jiyana xwe ji dest daye, doz li 52 rojnamegeran hatiye vekirin, li 47 rojnamegeran bi giştî 133 sal ceza hatiye kirin û 62 rojnameger girtî ne.    Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), li avahiya xwe "Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Sala 2021'an" bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Di civînê de destpêkê Hevseroka Komeleyê Dîcle Muftuoglû axivî. Muftuoglû, di axaftina xwe de diyar kir ku îro 4 çîleyê duyemîn salvegera damezrandina komeleya wan e û qala zextên li ser rojnamegeran kir.    Piştî Muftuoglû Hevserokê Serdal Serdar Altan axivî û raporê salê ya amade kiribûn aşkera kir. Altan, diyar kir ku di nava salekê de êriş li 55 rojnamegeran hatiye kirin, 2 rojnameger hatin kuştin, avêtin ser malên 9 rojnamegeran, 61 rojnameger hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin û îşkence li 23 rojnamegeran hate kirin. Altan, destnîşan kir ku gef û zexta sîxuriyê li 11 rojnamegeran hatiye kirin, 102 rojnameger di dema şopandina nûçeyê de hatine astengkirin û li girtîgehan 17 caran mafên rojnamegeran hatine binpêkirin.   Di beşa "Binpêkirina azadiya îfadeyê û ramanê ya li dijî rojnamegeran" a raporê de hate ragihandin ku 54 rojnameger ketine ber lêpirsînê, doz li 51 rojnamegeran hatiye vekirin, li 47 rojnamegeran bi giştî 133 sal û 8 meh û 21 roj cezayê girtîgehê û 72.206 hezar TL jî cezayê pere hatiye birîn û dosya darizandinê yên 746 rojnamegeran hene û 62 rojnamevan jî hînê girtî ne.