Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir 2022-01-04 13:53:33   ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, bi şîara "Li Îzmîrê dema HDP'ê ye" dest bi amadekariyên xwe yên 4'emîn Kongreya xwe ya Awarte kir.    Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, li avahiya xwe civîneke çapameniyê li dar xist û xebatên 4'emîn Kongreya xwe ya Awarte kir. Di civînê de pankarta "Li Îzmîrê dema HDP'ê ye" hat vekirin. Rêveber û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partiya Kesk û Pêşeroja Çepgir (Yeşîl Sol Partî) jî tevlî civînê bûn. Di civînê de Hevberdevka Komîsyona Kongreya Bajar a Îzmîrê ya HDP'ê Meltem Işik axivî. Işik, diyar kir ku partiya wan mîna stêrkê diçirise û j bo hemû kesên tên mêtandin hêvî ye û wiha got: "Têkçûna destjilata AKP-MHP'ê bi saya sekna bi rêxistinkirî û dîsîplîn a hemû beşêk civakê ku HDP nûnertiya wan dike ye."   'EM Ê TEQEZ BI SERKEVIN'   Di berdewamê de Işik, bal kişand ser êrişên ku li dijî HDP'ê tên kirin û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî û ekolojiyê bidomînin û ev tişt got: "Bi pêvajoya kongreya nû re em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax li atolye, kargeh û li hemû qadên em lê hilberînê pêk tînin bin. Em ê di feraseta xeta sêyemîn de tifaqa demokratîk a  bindestên rasteqîn pêk bînin. Ji bo ku faşîzm ji ser vê xakê jê here û komareke demokratîk bê avakirin heta dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin û teqez em ê bi serkevin."