MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir 2022-01-04 13:36:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Hamdûllah Aktaş ku ferzkirinên sîxurtiyê MÎT'ê red kir, ji aliyê PDK'ê ve hat dersînorkirin.     Kurdên ku ji ber dozên li wan hatine vekirin, ji bakurê Kurdistane koçî başûrê Kurdistanê bûne, bi zextên Partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) re ru bi rû ne. Tenê di nav mehekê de Gungor Alp û Hasan Kaçar bi hevjin û du zarokên xwe re ji aliyê hêzên PDK'ê ve ve bi hinceta ku "destûra wan a rûniştinê" tune ye hatin dersînorkirin. Hemdullah Aktaş ku di sala 2012’an de ji bakurê Kurdistanê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê jî bi vê aqûbetê re rû bi rû ma. Aktaş destpêkê li Dihokê bi cih dibe û dixwaze li vir jiyana xwe berdewam bike. Lê hêzên PDK’ê miseletê serê wî dibin û wî ji mayîna li vir bê zar dikin.    Aktaş, têkildarî sedema xwe ya hatina başûrê Kurdistanê de ev agahî dan: "Ez li bakurê Kurdistanê endamê rêxistinên kurdan bûm. Ez û havalên xwe ji aliyê Dewleta Tirk ve hatin birîndarkirin. Sê mehan li nava cihan de mam. Piştre cezayê girtîgehê yê çend salan li min hat birîn. Piştî hatim berdan, min biryar da werim başûrê Kurdistanê. Min hinek kesan li Başûr jî nas dikir. Wan cih dan min û min dest bi karkirinê kir. Min salek û pênc mehan kar kir, lê heqê min nehat dayîn. Piştre jî gefa kuştinê li min hat xwarin."    HEQÊ WÎ NEDANÊ   Li Dihokê zilmêke mezin li Aktaş tê kirin û derbarê vê zilma ku lê hatiye kirin de jî wiha axivî: "Şevek bi sê wesayîtan bi ser min de girtin, ji min re gotin, 'Ger tu ji vir neçî yan em ê te bikujin an jî em ê te radestî Tirkiyeyê bikin'. Min jî ji wan re got, 'Min li vir ked daye, ev 17 meh in ez li vir di xebitim û min heqê xwe wernegirtiye. Heqê min bidin min ez ê ji vir herim'. Ji min re gotin, 'Tu heqê te û tiştek wisa nîne, divê ji vir herî'. Nêzî saetekî em li gel hev axivîn. Ez yek ji wan nas dikim, navê wî Yunus Barzanî bû. Barzanî ji min re gotin, 'Heke tu ji Dihokê dernekevî, ji bo bibî ibret ez ê te bi wesayîta xwe ve girê bidim û di nava Dihokê de bigerînim'. Min jî jê re got, 'Ez ji vir naçim, çi ji destê te tê bike'. Piştî çend rojan çûm Zaxo. Li vir du kes hatin cem min, ji min pirsa ku çima hatime başûrê Kurdistanê kirin. Min jî ji wan re got ku ez mirovek kurdim, li Tirkiyeyê ceza li min hatiye birîn, ji bona wê hatime vir, dikaribûm biçim Ewropa jî lê Kurdistan xaka min e.”   DIXWWAZIN AKTAŞ BIKIN SÎXUR   Di berdewamê de Aktaş da zanîn ku li Zaxoyê daxwaz jê kirine ku sîxuriyê bike û ev tişt gotin: "Wan kesan çekek bankê li pêş min danîn, ji min re gotin, 'Ji te re çend pere pêwîste li ser çekê binivîse, lê tu yê ji bo me kar bikî. Em ê te bişînin Mexmûr û Qendîlê tu yê agahiyên li wan deran hene, ji me re bînî'. Min jî ji wan re got, 'Hûn min li vir parçe parçe jî bikin, ez ê vî karî nekim'. Ji min re gotin, 'Yan divê tu li gel me kar bikkî yan jî ji vir herî'. Li ser vê min jî çeka bankê radestî wan kir û ji wan re got, 'Ger xwefiroşbûma min ê li bakur xwefiroşiyê bikira û pereyê wan ji yê we zêdetir bû. Ez ne dibim MÎT ne jî dibim sîxur'.  Ji min re gotin, 'Madem wisa ne, em ê te radestî Tirkiyeyê bikin. Min ji wan re got, 'Hûun bê minet in. Yek ji wan ji min re got, 'Ji vir here, li vir nemîne ji ber ku tu nikarî li vir bijî. Ez ê heqê rêya te jî bidim û here'. Min jî jê re got, 'Pêwîstiya min bi pereyê te nîne.”   LI SILÊMANIYÊ JÎ ZEXTAN LÊ DIKIN   Piştî vê Aktaş peywendî li gel nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê datîne û rewşa xwe ji wan re radigihîne û ji Dihokê tê Hewlêrê. Ji ber ku dizane wê li Hewlêrê jî rastî heman kiryaran were, yekcarî ji Hewlêrê derbasî Silêmaniyê dibe. Lê li Silêmaniyê jî MÎT û Parastina PDK’ê zextan li Aktaş dikin. Aktaş, destnîşan kir ku belgeyên ferzkirina sîxurtiyê li gel wî hene û wiha pêde çû: "Piştî hatim Silêmaniyê jî bi rêya telefon û facebookê daxwaza sîxûriyê ji me dikin. Telefonî zêdetirî 10 hevalên me kirine ku bi pere sîxurtiyê ji wan re bikin. 10 roj ji beriya niha jî kesek bi wesayîtê êrişê min kir û bi tirkî xeber dan min. Ger min xwe ji ber wesayîtê nedaba aliyek wê bi wesayîtê pêl min bikira. Ez bang li hemû welatiyên Bakur ên niha li Başûr dimînin dikim; dema daxwaza sîxûriyê ji we kirin, qet netirsin. Mirin her heye, lê bila mirinek bi rûmet be. Ger li vir cihê me nemîne jî em dikarin herin çiyayên azad ên Kurdistanê. Em Kurd in û birayê hev in. Qendîl û Garê berfireh in û mezin in. Em dikarin herin li wir bijîn."