Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin 2022-01-04 13:00:27   RIHA - Ferît Şenyaşar, ê tevî hewayê sar bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re têkoşîna xwe ya edaletê didomîne wiha got: “Em mafdar in, sarma bikeve bin sifirê jî em ê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 302’yemîn de berdewam dike. Dayik û kurê wê ku ji 42 kîlometreyan ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin qada weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin, tevî sarmayê jî bi dowiza “Em edaletê dixwazin” dest bi nobeta xwe kirin.     TÊKOŞÎN BERDEWAM DIKE   Ferît Şenyaşar ê di 2’yê Kanûnê de ji bo tevlî “Forûma Gel” a Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bibe çûbû Stenbolê, anî ziman ku ji bo daxwaza piştgiriya hiqûqî li Stenbolê hin serdan pêk anîn û wiha got: “Ji ber doz di pevajoya darazê de ye kes nikare mudaxileyeke hiqûqî bike. Îro em dîsa li pêş Edliyeya Rihayê ne. Têkoşîna me berdewam dike. Germahiya hewa 2 dereceye. Ji ber sarmayê em nikdarin biaxivin. Em mafdar in sarma di bin sifrê de be jî ev têkoşîna me ya mafdar wê bidome. Me serî li Walitiya Rihayê da ku em konekî du kesan vedin. Lê walitiyê ev daxwaza me ya mirovî qebûl nekir.”     ‘WÊ BERXWEDAN BIDOME’   Şenyaşar, diyar kir ku dayika wî Emîne Şenyaşar 65 salî ye û wiha berdewam kir: “Du daxwazên dayika min ên mafdar hene. Li nexweşxaneyê hevjînê wê û du kurên wê li pêş çavên wê hatin qetilkirin, dosya nayê vekirin. Birayê min (Fadil Şenyaşar) nêzî 4 sal in bêhiqûqî girtiye. Heta ku ev nobeta me ya edaletê bidome, bila kes li Tirkiyeyê behsa hiqûq û edaletê neke.”   ‘WÊ EDALET WERE EDLIYEYA RIHAYÊ’    Şenyaşar, bi lêv kir ku parlementerên AKP’ê li Rihayê ketine rewşeke wisa ku nikarin derkevin nava civakê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji berk u hemû gelê Rihayê li cem vê daxwaza me ya mafdar e. Gel ji hemû kesên hatin hilbijartin re pêşiya Edliyeya Rihayê nîşan dide. Dibêjin ‘zilma li vir bi dawî bikin, pişt re werin vir’. Em mafdar in wê têkoşîna me bidome û edalet pêk were. Heke niha pêk neyê jî em ne bêhêvî ne. Wê ev edalet were Edliyeya Rihayê.”   ‘RAYEDAR JI MEDYAYÊ DIŞOPÎNIN’   Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya civakî jî ev peyam parve kir: “Nobeta me 2 derece di sermaya zivistanê de berdewam dike. Ligel ku daxwaza me ya edaletê bi cih nayê, walitiyê daxwaza me ya konvedanê jî red kir. Dayikek li pêş Edliyeya Rihayê di vê sarmayê de tê rawestandin. Rayedar ji medyayê dişopînin.”