Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand 2022-01-04 09:25:20   AMED - Serokê MHP'ê yê Peyasê ku piştî qeyda dengê wî derket holê îstifakirin lê hat ferzkirin, bêyî ku kes pê bihese ji serokatiya navçeyê ew anîn kirin cîgirê serokê bajêr. Serokê MHP'ê Cîhan Kayaalp jî serokê Rezanê yê ku li ber vê yekê rabû ji peywirê girt. Polîsê ku ji ber vê nerihet bû jî li Kayaalp xist û milê wî şikand.    Li Amedê derketibû holê ku hin kes bi beranberiya pereyan kesan dixin sazî û dezgehên fermî. Navendeke vê şebekeyê jî MHP ye. Piştî ku ji van kesan qeyda dengê çend heban derket holê, di nav MHP'ê de firtone li ser firtoneyê çêdibe.    Ajansa Mezopotamyayê di 7'ê Kanûna 2021'ê de qeyda van dengan parve kiribû (http://mezopotamyaajansi35.com/search/content/view/154748?page=1&key=de4f5cb9bb0bedfcdc53dfe370f7bd96). Di vê qeydê de axaftina di navbera Serokê MHP'ê yê Peyasê Mehmet Ataç û kesekî de hebû û derketibû holê ku li bajêr hin kes bi beranberiya 45 hezar TL'yî bi awayekî kadro li saziyên fermî tên bicihkirin.    Piştî vê nûçeya me, Serokê MHP'ê yê Bajêr Cîhan Kayaalp jî îstifakirin li Serokê Peyasê Ataç ferz kiriye. Ataç jî li ber vê rabûye û gotiye, "Me çi kiribe me bi hev re kiriye." Piştî vê hat Ataç bi beranberiya 600 hezar TL'yî ji bo îstifakirinê hatiye qanehkirin.    Lê ji ber ku rêvebiriya navçeyê bi temamî nehatiye guherandin, Navenda Giştî ya MHP'ê jî di 13'ê Kanûnê de rêvebiriya navçeyê bi temamî fesix kir û kongre li dar xist. Di kongreyê de Baver Bûlût bû Serokê MHP'ê yê Peyasê. Di kongreya 24'ê Kanûnê de Serokê MHP'ê yê Bajêr Kayaalp û Serokê Peyasê yê berê Ataç ragihandibûn ku peywir dewrî Baver Bûlût kirine.    Piştî îstifakirina Ataç û guherandina rêvebiriya navçeyê agahine girîng bi dest ketin. Li gor van agahiyan piştî qeyda deng derketiye holê Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Semîh Gumuş hevdîtin bi Serokê MHP'ê yê Bajêr Kayaalp re kiriye.    Yalçin, ji dêvla ku hesab bipirse ji Kayaalp re gotiye, "Di bin navê bexşê de pereyan berhev bikin. Kes nikare tiştekî jî bêje. Kîjan dozger û dadger tiştekî bike, em ê wî bi FETO'yê tawanbar bikin. Kes nikare dest bide me. Jixwe polîs we diparêze."    WÎ KIRIN CÎGIRÊ SEROKÊ BAJÊR   MHP'ê  ji dêvla 600 hezar TL'Yî du wesayîtên fiyetê wan bi vî pereyî dan Ataç. Lê sedema qanehkirina Ataç ne ev wesayît in. Ataç bêyî kes pê bihese ji aliyê Serokê Bajêr Kayaalp ve tayinî cîgiriya serokê bajêr hat kirin. Jixwe ev yek di profîla hesabê twîterê yê Ataç de diyar e.    SEROKÊ LI BER VÊ RABÛ JI PEYWIRÊ HAT GIRTIN   Piştî Ataç bû cîgirê serokê bajêr, ev yek di civîna rêvebiriya de bûye cihê nîqaşên mezin. Hin rêvebiriyên ku di civînê de leqayî Ataç hatine îtiraz kirine. Yek ji van kesan jî Serokê MHP'ê yê Rezanê Ercan Şahîn e. Lê ji ber ku îtiraz kiriye Serokê MHP'ê yê Bajêr Kayaalp ew ji peywirê girtiye. Lê heya niha têkildarî vê yekê raya giştî nehatiye serwextkirin.    AMÎRÊ POLÎS LI KAYAALP XIST   Li gor vê, gava Kayaalp, Serokê Baskên Ciwanan ê Bajêr Onûr Karadenîz û rojnamevan Cîhat Toprak ê di malperek herêmî de dinivîse li restorantekê xwarinê dixwin, amîrekî polîsan li Kayaalp dixe. Ev bûyera ku tê gotin di 19'ê Kanûnê de çêbûye, bi vî awayî ye: Amîrê polîsan gava li restorantê leqayî Kayaalp û yên cem wî tê ku xwarinê dixwin û araqê vedixwin, ji wan re dibêje, "Hûn ne ulkucî filan bêvan in. Hûn ji bo xapandina gel li vira ne. Tu ulkucî mulkucî ji we dernayê." Di dema vê nîqaşê de polîsê parêzvanê Kayaalp jî dikeve navberê. Amîrê polîsan bi vî polîsî re jî dixeyide û dibêje, "Dewletê ev peywr ji bo ku tu xwe li ber gendeliyên vana li nedîtinê deynî nedaye te."    MILÊ WÎ ŞIKIYA   Piştî demekê pev dikevin. Amîrê polîsan li Kayaalp û yên cem wî dixe. Di vî şerî de milê Kayaalp dişikê. Piştî bûyerê rojnamevan Cîhat Toprak jî giliyê amîr dike, lê Kayaalp û Karadenîz giliyê wî nakin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî têkildarî vê lêpirsîn da destpêkirin û hat hînbûn ku peywira amîrê polîsan hatiye kêmkirin.    WÊNE JÎ BÛYERÊ PIŞTRAST DIKIN   Yên vê bûyerê piştrast dikin jî wêne ne. Piştî vê bûyerê bi 5 rojan Kayaalp li Teşkîlata Peyasê tevli merasîma dewrkirine bû. Di wêneyên merasîmê de tê dîtin ku milê Kayaalp di alçiyê de ye.