Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe 2022-01-04 09:07:36 EDENE - Dayikên Aştiyê yên Edenê, xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û gotin: "Sedema aloziyê tecrîd e, demildest divê tecrîd bê rakirin."  Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê, di 2'yê Çileyê de hat avakirin. Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku sedema hemû bêhiqûqîtiyan tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û dê li dijî şer ji bo aştiyê bitêkoşin. Dayikên Aştiyê anîn ziman ku ji bo êdî xebera mirinê ji girtîgehan neyê divê tecrîd bê rakirin û li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kirin ku bitêkoşin.    SEDEMA ALOZIYÊ TECRÎD E   Dayika Aştiyê Emîne Cig, destnîşan kir ku tekane sedema aloziya li welêt tecrîd e û heya tecrîd bi dawî nebe dê aştî çênebe. Cig, bal kişand ser xebera mirinên ji girtîgehan tên û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî û diyar kir ku kurê wê Huseyîn Cig 29 sal in wekî girtiyên din ên siyasî girtiye. Cig got: "Êdî bila tecrîd rabe. Demildest divê zarokên me yên bi awayekî bêhiqûqî girtî ne bên berdan."    Dayik Hakîme Bayrak jî xwest binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin. Bayrak got: "Tecrîda li Îmraliyê rabe dê edalet bê."Bayrak xwest her kes li dijî tecrîdê rabe ser pêyan. Dayika AŞtiyê Mahbûbe Acûn jî bal kişand ser tecrîda bi salan e li ser kurdan tê pêkanîn. Acûn, da zanîn ku kurê wê Suleyman Acûn ji sala 2016'an ve girtiye û kurê wê xistine hucreyê. Acün got: "Em naxwazin cenaze ji girtîgehan bênç"    AZADIYA OCALAN   Dayika Aştiyê Mîran Cîn jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li ser tevahiya jinan û civakê tê pêkanîn û got: "Heya Ocalan azad nebe, em ê azad nebin." Ayşe Alagaş jî bilêv kir ku tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye li tevahiya civakê belav bûye. Alagaş, xwest tecrîd ji holê bê rakirin û got: "Tecrîda li Îmraliyê li ser kurdan tê pêkanîn. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Zarokên me li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Em mirinê naxwazin."