Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê 2022-01-03 17:31:14 AMED - Malbat û xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de, ji bo daxwazên xwe ber bi Enqereyê ve ketin rê.   Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li avahiya Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin, ji bo daxwazên xwe li Meclîsê bînin ziman ber bi Enqereyê ve ketin rç Malbat li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rezanê li hev kom bûn. Malbat tevî xizmên girtiyan ên ji Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Êlih û Sêrtê hatin ber bi Enqereyê ve ketin rê.    Hat hînbûn ku dê xizmên girtiyan tevli civîna Koma Meclîsê ya HDP'ê bibin.