Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir 2022-01-03 16:30:45   STENBOL - Ferît Şenyaşar ê di roja 301’emîn de lêgerîna xwe ya edaletê didomîne, li Stenbolê bi endamên ÎHD’ê û DÎB’ê re hat gelhev û daxwaza piştgiriya hiqûqî kir.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê Adara 2021’an li Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 301’emîn de berdewam dike. Ferît Şenyaşar ê duh ji bo tevlî “Forûma Gel” a Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) bibe hat Stenbolê, ji bo daxwaza piştgiriya hiqûqî serdana Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kir. Endamên ÎHD’ê û Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Şenyaşar pêşwazî kirin.    MUXATAB NABÎNIN   Ferît Şenyaşar ê di serdanê de axivî, roja êrişî û tiştên pişt re qewimîn vegot û anî ziman ku ne faîl ew tên darizandin.  Şenyaşar, bi bîr xist ku bavê wî û du birayên wî li nexweşxaneyê li pêş çavên herkesê hatin qetilkirin û wiha got: “Ligel vê yekê jî 3 sal û nîvin hêj dozek jî nehatiye vekirin. Ewqas mirov hatine kuştin lê kesek tenê tê darizandin. Ew jî birayê parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz e û tenê 18 sal cezayê hefsê lê hat birîn. Ji ber vê bêhiqûqiyê em hewl didin dengê xwe ragihînin. 300 rojan zêdetir e em li pêş Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Di vê çarçoveyê de em li rêxistinên hiqûqê digerin û daxwaza piştgiriyê dikin lê muxatab nabînin.”    Endamên ÎHD’ê û DÎB’ê qala girîngiya têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar kirin û destnîşan kirin ku wê piştevaniya xwe bidomînin.   KESKÎN: TIŞTÊN QEWIMÎN BÊ WIJDANÎ YE   Ferît Şenyaşar, pişt re serdana Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn kir. Keskîn a di serdanê de axivî diyar kir ku wê bikevin nav hewldanên hiqûqî û diyar kir ku tiştên malbata Şenyaşar jiyan bêwijdanî ye. Keskîn, bi lêv kir ku têkoşîna edaletê ya malbatê ji herkesê re bûye hêvî.