Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin 2022-01-03 13:06:49 STENBOL - Li bendê ye ku êrişkarê avahiya HDP'ê ya Bahçelîevlerê Mûhammed Eren Sutçu îro sewqî edliyeyê bê kirin.  Di 28'ê kanûna 2021'an de kesê bi navê Mûhammed Eren Sutçu bi kêr û çekan êrişî avahiya HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê ya tenbolê kiribû û hatibû binçavkirin. Li bendê ye ku îro Sutçu sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê kirin. Li ser dosya Sutçu ku li Miduriyeta Polisan a Stenbolê tê girtin biryara "nepeniyê" heye.   Li aliyê din Hevserokê HDP'a Bahçelîevlerê Mehmet Kûzû jî di nav de 3 HDP'iyan giliya Sutçu kirin.