PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye 2022-01-03 11:17:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenter û Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Şêrko Cewdet, diyar kir ku PDK'ê bêyî agahiya parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê Deriyê Sînor ê Sêmalka girtî ye.    Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di 16’ê kanunê de, ji ber nobeta dayikên aştiyê ya 91 roj in ji bo girtina cenazeyê endamên HPG û YJA STAR'ê ku di encama kemîna PDK'ê de jiyana xwe ji dest dabûn li dar dixin, deriyên sînor ên Sêmalka û El Welîd ên di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de girtin û ambargo danî ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.    Parlamenter û Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Şêrko Cewdet, têkildarî girtina deriyên sînor ji Rojnewsê re axivî û wiha got: “Li ser mijarê me civîn li gel berpirsên Wezareta Darayî û Desteya Wezîran girt. Lê agahiya wan jî li ser nîne. Bi giştî jî zanyariyên li ser xalên gumrikê û dahatê gelek nezelale. Her wiha aliyên biryarder û ew hêzên li deriyên sînor in tu agahiyan nadin û nahêlin tu agahî bi dest me bikevin.”   Di berdewamê de jî Cewdet ev tişt got: “Li gorî destûrê xalên gumrik û sînoran ser bi dewleta Iraqê ne û divê biryara girtin û vekirina derî dewleta Iraqê bide. Ango hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare yekalî biryarek wiha bide. Emê pêşerojê jî hewldan û şopandina xwe ya ji bo ev deriyên sînor bi riya Wezareta Darayî , Rêveberiya Gumrika Herêmê û riyên parlamenteriyê berdewam bikin.”