Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin 2022-01-03 10:09:05   AMED - Xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû, li bajarekî mîna Dersimê ku çar aliyê wê bi hinceta "ewlehiyê" bi qereqolan dopêç kiriye, du sal in winda ye. Di nav van du salan de dewlet li şûna ku Dokû bibîne hewl da gumanbaran derbixe paqijiyê.    Ji 5'ê çileya 2020'an ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû (21) nayê girtin. Herî dawî di dîmenên ku ji aliyê MOBESE'yê ve hatine kişandin de tê dîtin ku Dokû piştî bi Zaynal Abarakov ku zirbavê wî polis e re nîqaş kiriye li dolmîşa zanîngehê siwar bûye. Aqûbeta Dokû du sal in nayê ronîkirin. Rexmî vê jî derbarê gumanbarê sereke Abarakov û malbata wî de lêpirsîneke bibandor nehat kirin. Xebatên lêgerîna ji bo Dokû jî nehatin kurkirin û delîl nehatin komkirin.    'JIYANÊ LÊ HERAM KIR'   Hevala Dokû ya polê ya zanîngehê Melek Akar, diyar kir ku tenê kesên ku jiyane dizanin du sal in û ew malbata Dokû çi dikişînin û wiha got: "Gulistan keseke dilê wê gelek paqiş û baş bû. Bi kêfxweşiya me kêfa wê dihat û bi xemginiya me xemgîn dibû. Xeyala wê ew bû ku derçû bibe û zarokan perwerde bike. Lewre gelek ji zarokan hez dikir û heta ji destê wê dihat dixwwest tiştên xweş bide wan. Lê destûr nedan vê."   'WÊ ROJEK HEQ CIHÊ XWE BIBÎNE'   Akar, da zanîn ku Dokû winda nebûye hatiye windakirin û ev tişt got: "Me roja ewil jî got û niha jî dibêjin; heke bi awayekî baş ji bo dîtinê xebat bihatina kirin wê teqez encam bihata girtin lê rayedaran vê nekir. Me û hemû mirovan eware kirin. Lê me dev jê berneda, me dev ji edaletê berneda. Wê teqez rojek heq cihê xwe bibîne û ji bo pêkanîna vê wê têkoşîna me bidome. Kesên ku wê winda kirin wê hesab bidin. Em ê dev ji hevala xwe bernedin û ji bo wê têbikoşin."   'WÊ KUJER HESAB BIDIN'   Di dawiya axaftina xwe de Akar, destnîşan kir ku ne tenê ji bo Dokû ji bo hemû jinan wê têbikoşin û ev tişt anîn ziman: "Em bangî hemû mirovan dikin û dibêjin dev jê bernedin. Lewre wê edalet cihê xwe bibîne û hesab ji kujeran bê pirsîn."   MA / Eylem Akdag