Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin 2022-01-02 19:27:43   STENBOL - Rexmî astengiyên polisan jî HDP'iyan êrişên li dijî xwe bi meşekê şermezar kirin û peyamên ku wê dev ji têkoşîna xwe bernedin dan.       Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, li dijî êrîşa nîjadperest a 28'ê kanûna 2021'an ku li Rêxistina HDP'ê ya Bahçelîevlerê hatibû kirin bi dirûşma "Em HDP'ê diparêzin" li Qada Şîrînevlerê şermezar kir. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Stenbolê, parlementerên HDP'ê û gelek welatî tevlî meşê bûn. Qada Şîrînevler û Rêxistina Bahçelîevlerê beriya meşê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.    Ligel astengiya polîsan jî girse bi dirûşma "HDP gel e, gel li vir e" û "Heq, hiqûq û edalet" dest bi meşê kirin. Di vê demê de polîsan pêşiya girseyê girt û 10 kesî binçav kirin. Ligel binçavkirinan jî dîsa girse meşa xwe domand. Girseya ku gihîşt ber avahiya HDP'ê ya navçeyê, ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin.