‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye 2022-01-02 15:38:35   AMED - Malbatên girtiyan ên ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin têkoşîna xwe ya edaletê didomînin, diyar kirin ku heta encamekê bidest bixin wê çalakiya xwe berdewam bikin.    Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 48’an de ye. Malbatên girtiyan ên ji bo sala nû daxwaza aştî, azadî û edaletê kirin, banga xwe ya ji bo berdana girtiyên nexweş dubare kirin.    ‘BILA DARBEST JI GIRTÎGEHAN DERNEKEVIN’   Xizma girtî Fevziye Kolakan a di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku ji bo girtiyên nexweş 48 roj in di nobetê de ne û wiha got: “Heta ku edalet pêk were em ê li vir bin. Em dixwazin girtiyên me yên nexweş werin berdan. Heta dilopa xwîna me ya dawî em ê li vir bin. Em nikarin van êşan zêdetir ragirin. Ez 23 sal in di rêyên girtîgehan de me û tenê tişta min dîtî zilm e. Heke tedawî nekin bila berdin ku em tedawî bikin. Bila darbest ji girtîgehan dernekevin.”