DÎSKÎ’yê bi hefsê gef li welatiyan xwar 2022-01-02 12:07:03   AMED - DÎSKÎ’ya bi zamên li pey hev dest bi qûtkirina avê kir, bi hefsê gef li welatiyan xwar.    Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ku bi zamên li pey hev hat rojevê, pêkanîneke din jî li pêkanînên xwe yên ku bertek nîşanî wan tên dayîn zêde kir.     DÎSKÎ’yê vê carê bi hefsê gef li aboneyên ku ava wan hatine birîn kirin. DÎSKÎ’yê di teblîxata ku aboneyên xwe re şand de diyar ku heke aboneyên ava wan hatine birîn, avê bikarbînin wê ji salekê heta 3 salan bi birîna cezayê hefsê re rû bi rû bimînin.