Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê 2022-01-02 11:28:53   RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 300’emîn a Nobeta Edaletê de ne, ji hesaba xwe ya medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a di 9’ê Adara 2021’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 300’emîn de berdewam dike.    Ji ber dawiya hefteyê ye dayik Emîne Şenyaşar li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe didomîne. Ferît Şenyaşar jî ji bo beşdarî forûma Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) ya li ser “Heke em li dijî xizanî, kedxwarî, bêkariyê bibin yek, em ê serbikevin” çû Stenbolê.    ROJA 300’EMÎN   Malbatê li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê di roja 300’emîn de li Stenbolê berdewam dike. Em ê îro tevlî foruma ku BMG bi dirûşmeya HEQ! HIQÛQ! EDALET! lidar dixe bibin. Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê.”