Girtiyên nexweş nayên berdan: Dewlet kuştinê tercîh dike 2022-01-02 10:06:54   STENBOL - Wasiyê Îbrahîm Hakki Eren ê bertek nîşanî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” ya ji bo girtiyê nexweşê giran Îsmaîl Yilmaz hatiye amedekirin da û wiha got: “Dewlet kuştinê tercîh dike.”   Rewşa girtiyê nexweşê giran Îsmaîl Yilmaz ê 68 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê tê ragirtin, her ku diçe xerab dibe. Yilmaz ê cezayê hefsê yê muebbeta girankirî lê hatiye birîn û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, 17 sal in girtî ye. Ji xeynî nexweşiya têrnekirina dil, rîska derbaskirina qeyrana dil a Yilmaz jî heye. Yilmaz her wiha nexweşê tansiyon û mezinbûna prostatê ya pêşketî ye û ji ber felca qismî ya destê wî yê rastê, nikare bi tena serê xwe bijî. Yilmaz ji ber katarakta di çavên wî de, di dîtinê de jî pirsgirêkan dijî.”   XWÎN ÇÛ SER MEJIYÊ WΠ   Yilmaz ê di 29’ê Nîsana 2020’an de xwîn çû ser mejiyê wî, piştî di heman rojê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê hat emeliyatkirin, paşve birin girtîgehê. Yilmaz, piştî dermankirina 7 rojan bi hêceta karantînaya 14 rojan di hucreya yek kesî de hat ragirtin.    RAPORA NEXWEŞXANEYÊ YA BINAKOK   Tevî ku di rapora Beşa Zanîst a Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Pêkanîn û Lêkolînê ya Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê ya bi dîroka 21’ê Gulana 2020’an de hat diyarkirin ku divê Yilmaz her tim di bin kontrolê de bê hiştin û bê şopandin jî rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” hat dayîn.     PARÊZERAN DAXWAZNAME DAN   Parêzerê Yilmaz di 30’ê Nîsan û 11’ê Nîsana 2020’an de ji Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê re daxwaznameyek nivîsî û diyar kir ku Yilmaz ji ber nexweşiyên giran, temen, şewba vîrûsakoronayê û mercên girtîgehê di bin rîska jiyanî de ye û xwest, înfaza wî bê taloqkirin û were berdan. Lê belê Yilmaz nehat berdan.    ‘DEWLET KUŞTINÊ TERCÎH DIKE’   Wasiyê Yilmaz, Îbrahîm Hakki Eren, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên tenduristiyê yên cidî pêk tên û wiha got: “Ev rewş bi Qanûna Înfazê zêdetir bûn. Dewlet dixwaze ku mirovên îtîrazî wê dikin an ji girtîgehê dernekevin an jî di girtîgehê de bimirin. Ev polîtîkayeke dewletê ya aşkere ye. Di demekî nêzîk de girtîgeh bûne amûrên zext, çavtirsandin û komkujiyê.”   ‘DIVÊ GEL XWEDÎ DERKEVE’   Eren, destnîşan kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin pirsgirêkên civakî ne û wiha axivî: “Kesê ku li Tirkiyeyê bi vê pergalê re pirsgirêkê bijî, dikare di heman kêliyê de jî bikeve girtîgehê. Di nav rastiyeke wiha de ji bo ku girtîgeh nebin cihên qirqirinê divê hemû civak dengê xwe derxîne. Bi xwedî derketina gel em dikarin paşve gavê bi pergalê bidin avêtin. Divê hemû sazî û rêxistinên çepgir û sosyalist demildest pirsgirêkên girtîgehan bêxin rojeva xwe.”