AYM'ê daxwaza berdana girtiyê nexweş red kir 2022-01-01 16:33:57   ENQERE - AYM'ê serlêdana berdanê ya ji bo girtiyê nexweş Tûran Çûbûk ku nexweşxaneya zanîngehê rapora "nikare li girtîgehê bimîne" dabûyê û ATK'ê jî rapora "dikare li girtîgehê bimîne" dabûyê, lê hatibû kirin, red kir.         Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya xwe ya ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe di hefteya 382'yemîn de li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta "Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan" hat vekirin. Di çalakiyê de Endama Lijneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen axivî û balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Tûran Çûbûk (58) li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Metrîsê dimîne.    AYM'Ê BERDANÊ RED KIR   Nûran Çevîrmen, diyar kir ku di 21'ê gulana 2019'an de teşhîsa pençeşêra gurçikê danîne ser Çûbûk û li serlêdana malbata wî di 23'ê gulana 2019'an de ji bo emeliyatkirinê hatiye berdan û wiha got: "Piştî berdanê Çûbûk emeliyat bûye û ji ber ku cezayê wî ji aliyê Dadgeha Bilind ve di 25'ê adara 2021'an de hatiye erêkirin di 12'ê tîrmeha 2021'an de careke din hatiye girtin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), serlêdana parêzerê Tûran Çûbûk a ji bo berdanê di 21'ê îlona 2021'an de nirxandiye û rexmî rapora nexweşxaneya zanîngehê ya "nikare li girtîgehê bimîne" jî li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) a "dikare li girtîgehê bimîne" biryar dide û serlêdanê red dike.   DIVÊ BÊ BERDAN   Di berdewamê de Çevîrmen, destnîşan kir ku jiyana Çûbûk di xetereyê de ye ev bang kir: "Li girtîgehê tedawiya wî nikare bê kirin. Her roja ku Tûran Çûbûk li girtîgehê dimîne mafê wî yê jiyanê jê girtin. Divê rojek zûtir bê berdan."